Li Siûdî Erebîstan ji bo 15 kesên ku piranî Şiîne cezayê darvekirinê

Li Siûdî Erebîstan, ji bo 15 kesên ku piraniya wan ji Şiîyan pêktê ku bî sucê li Îranê sîxûrî kirin dihatin darezandin, biryara darvekirinê hate dayîn.

Piştî dozekî ku li paytext Riyadê hate dîtin û şûn de têkildarî 32 kesên ku di nav de welatiyên Îranî û Afgaîstanî jî hene ku bi sucê sîxûrtiyê di hatin tewambarkirin biryar hate girtin.

Dadgehê, ji bo 15 kesên ku sucê ‘Xiyanet li welat kirine’ biryara darvekirinê da û ji bo 15 kesên din jî cezayê girtîgehê yê di navbera 6 meh û 25 salan de hate dayîn. 2 kesên ku ji heman dozê dihatin darezandin hatin berdan.

Li gorî rojnameya bi navê Al Riyadh, navê kesên ku ji doza ‘Sîrxûrtiyê’ re derbas dibin wê biryarê bişînin temyîzê.

Hat diyarkirin ku yek ji kesên ku hate berdan Siûdî û yê din jî welatiyê welatekî biyaniye.

Rêveberiya Siûdî Erebîstan, di nava vê sale de Bawermendê Şiî Şeyh Nemr El Nemr jî di nav de 47 kes darve kiribû, Şiiyên ku li welat jî xwepêşandanên mezin ên protestoyî li dar xistibûn. Ji ber darvekirinan alozî di navbera Siûdî Erebîstan û Îranê de pêk hatibû û li gelek welatan li dijî nûnertiyên Siûdî êrîş hatin li dar xistin.