Li Silêmaniyê Forûma Avê dest pê kir

Li Silêmaniyê Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Forûm wê 3 rojan bidome.

Li Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek rêxistinên parêzvanên ekolojî, jîngeh û kanên xwezayî Forûma Avê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Forûm wê 3 rojan bidome û derbarê pirsgirêkên civakî axaftin were kirin.

Forûm li Eywana Konferansê ya Zanîngeha Silêmaniyê dest pê kir û ji gelek herêmên Kurdistanê ekolojîst, zanyar, siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen tevlî forûmê bûn. Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê ji Ekolojiyê Berpirsyar Mûrat Çepnî jî tevlî forûmê bû.

‘KAPÎTALÎZM Û NETEWE DEWLETAN AV KIRIN AMÛREKE BAZIRGANIYÊ’

Di destpêkirina forûmê de beşdarên ji Kurdistanê derbarê kêşeya avê û çareseriyên wê nîqaş kirin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku kapîtalîzm û netewe dewletan av kirine amûreke bazirganiyê. Bal hate kişandin ser vî tiştî ku Tirkiye ya ku avên Dîcle û Firatê di destê wê de ye, vê derfetê li hemberî herêm û gelan wekî çekekê bi kar tîne û bi tevlêbûna hêzên navneteweyî re, ev tişt bûye şerên avê.

Di forûmê de hate diyarkirin ku ‘Av sermiyanê mirovayetiyê ye û nabe ku bibe amûreke bazirganiyê û wekî çekekê were bikaranîn.’