Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Sîbîryayê caniyeke beriya bi 40 hezar salî hate dîtin

Lêkolînerên Rûs û Japon li Sîbîryayê fosîla caniyeke beriya bi 40 hezar salî dîtin.

Lêkolînerên Zanîngeha Federal a Rojhilatê Bakur a Rûsyayê û Zanîngeha Kîndaî ya Japonyayê ev keşf kirin.

Li gorî nûçeyeke Sîberîan Tîmesê fosîla caniye li xakeke qerisî (permafrost) a li kratera Batagayê hate dîtin. Caniya ku bi rengekî derasî hatî parastin, beriya bi 40 hezar salî di serdema paleolîtîk de dema ku 3 mehî bûye miriye.

Midûrê Mamoth Museûm ya bajarê Yakusk a Sîbaryayê Semyon Gîrgoryev ji medyaya xwecih re axivî û got, ‘’Mûyên bi rengêqehwerî, dûvê wê û bijîyên caniye, li gel organên wê yên hundir hatine parastin’’.

Li ser caniye heta niha ti şopa birînekê nehatiye dîtin. Lêkolîneran gotin li gel caniye, xak jî bi permafrostê hatiye parastin û gotin ew ê bi lêkolînan tespîta wê bikin bê ka canî bi kîjan şertên derdorê hatiye parastin.

Li kratera Batagayê qelşên permafrostê gelek fosîlan di xwe de vedihewîne. Ev hem ji bo paleontologan gelek kanên zengîn e û hem jî bala têcirên diranên filan dikişine ser xwe. Têcir diranên mamûtan dji nav latên xakî derdixin.