Li Serêkaniyê karê çandiniyê

Saziya çandiniyê ya Serêkaniyê, ku ji bo bersivê bide pêwîstiyên bajêr, genim, ceh, nok û hwd. çandibû, bi meha Gulanê re dest bi çinînê dike.

Saziya çandiniyê ya bajarê Serêkaniyê, ji sala 2014'an û vir ve bi taybetî li ser çandinî û lêkolînkirina axê dixebite. Erdê, di destpêkê de ji aliyê endezyarên axê ve di laboratûara ku navenda wê li Hesekê ye tê tehlîl kirin û piştre li gorî taybetmendiya xwe, tê çandin. Heta niha bi girnaî genim, nok, nîsk û ceh li herêmê hatiye çandin. Lê car carna, ceribandinên nû jî tê kirin.

Endamê Saziya Çandiniyê Aram dibêje, ku wan heta niha gelek berhem bi dest xistine û wiha dewam dike: "Qederek erd di destê me de heye. Ev erd me li gundan belav kirine. Me nok, ceh, genim û nîsk lê çandiye. Cara yekemîn e ku me fûl soya jî çandiye lê em nizanin wê berhemê wê çawa be. Ji ber ku piştê şoreşê cara yekemîn e me ev li Rojava tê çandin. Avê jî em bi giranî ji bîrê derdixînin. Ji ber ceyran nîne, em van bîra jî bi jeneretora didin xebitandin. Dîsa ceh me daniye û niha em diçînin. Lê berhemê ceh îsal ne weke sala par baş e. Ji ber ku îsal baran nehat. Gelek dar me çandin e, ji bo demê pêş jî gelek projeyên me hene. Ku em ê pêk bînin."

Di heyva Gulanê de ceh niha tê çinîn. Karkerên ku piraniya wan ji kantona Kobanê tên vir û çinîna ceh û genim dikin. Karker dibêjin ku ji ber baran îsal kêm hatiye wek sala par ceh û genim îsal zêde baş berhem nedaye.

Dayikên ji Kongreya Star jî ji bo nobeda ceh bigirin rojane tên û li ber kîsên ceh disekinin. Dayik dibêjin ev ji bo malbatên şehîdan û malbatên feqîr in. Ji bo ku tiştek li van neyê ew tên nobedê digirin.