BI DÎMEN

Li Rûsyayê “Êzdîxan” hate ragihandin

Kurdên Êzîdî yên ku li Rûsyayê dijîn, bi navê Êzdîxan saziyeke fermî vekirin. Beşdarên nûnerên saziyên Kurd, rûspiyan û dostên Kurdan gotin, Êzdîxan ji bo Êzîdiyên Kurdistanê û dîasporayê girîng e.

 

Li Rûsyayê Kurdên Êzîdî rêxistineke bi navê Êzdîxan ragihandin. Di resepsiyonê de gelek nûnerên saziyên Kurdan amade bûn û axaftin kirin. Resepsiyon li salona konferansê ya otêl Savoy a Moskowê pêk hat.

‘ÊZDÎXAN WÊ LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ TÊBIKOŞE, WÊ BIBE DENGÊ ÊZÎDIYAN’

Serokê saziya Êzdîxanê Egîdê Fêro Şamoyan di resepsiyonê de axivî û got, di serî de Şengal, ew ê bibin dengê Êzîdiyên li welêt, bi mebesta ku kevneşopî, bawerî, çand û zimanê Êzîdiyên li Rûsyayê biparêze wê xebatan bike, dijî asîmîlasyonê têbikoşe.

CULYETA ARAM: JINÊN ÊZÎDÎ DIVÊ ZÊDETIR BERPIRSYARIYAN LI MILÊ XWE BIKIN

Seroka Tevgera Jina Kurd (TJK-R) Culyeta Aram girîngiya têkoşîna dijî asîmîlasyonê ya Êzdîxanê destnîşan kir û got gelê Êzîdî yê ku 74 ferman bi ser wan de hatiye, divê li dijî asîmîlasyonê têbikoşe û got, “Ez bang li jinên Êzîdî dikim ku xwe tevlî nav xebatên Êzdîxanê bibin.”

ŞAMOYAN: EM GELÊ ÊZÎDÎ DEYNDARÊ RÊBER APO NE

Endamê KNK’ê û Serokê Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê Cemal Şamoyan jî di axaftina xwe de got: “Ji bo hemû kesên ku keda wan tê de ye, ez malavayiyê dikim. Destpêkê dixwazim slav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re ragihînim. Ji ber ku, yê ku Êzîdî û Kurd ji qirkirinê xilas kirin, Rêber Apo û tevgera wî ye.”

Şamoyan li ser gotinên rayedarên PDK’ê yên têkildarî hebûna PKK’ê, HPG’ê ya li Şengalê helwesteke tund nîşan da û ji Rûsyayê re jî got, “Bêyî PKK’ê li Rojhilata Navîn aştî çênabe. Heke li Rojhilata Navîn çareserî tê xwestin, divê têkiliyên xwe bi PKK’ê re geş bikin.”

NÛNERÊ YNK’Ê HERKÎ: GOTINÊN BARZANÎ TENÊ WÎ TÊKILDAR DIKIN

Nûnerê YNK’ê yê Rûsyayê Şawewan Herkî jî li ser gotinên Nêçîrvan Barzanî got, “Gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên YNK’ê Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ’ê parastin. PKK Şengal, Mexmûr, Hewlêr ji DAIŞ’ê parastin ku di bin kontrola parastinê ya PDK’ê de bûn. Wê demê Mesûd Barzanî çû û malavayî li gerîla kir. Gotinên Nêçîrvan Barzanî tenê wî têkildar dikin, ne Başûrê Kurdistanê. Tenê helwesta PDK’ê nîşan dide.”

NÛNERÊ RÊVEBERIYA XWESER A ROJAVA: ME TOLA ŞENGALÊ HILANÎ, EM Ê HILÎNİN JÎ

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava Rodîs Osman jî got: “Em weke hêza Rojava me Şengal û gelê xwe yê Êzîdî ji qirkirineke mestir parast. Me tola xwe ji DAIŞ’ê hilanî. Em ê li wir bimînin û tola xwe dîsa hilînin.”

COTKAR: ÊZÎDÎ Û ŞENGAL WÊ AZAD BIBIN

Siyasetmedarê Kurd Adîl Cotkar jî got, “ti hên nikare komkujiyê li gelê me ferz bike. Fedaîyên Apoyî Şengal kirin ewlehiyê. Wê parastinê bidomîne.”

UCA: EM HATIN KUŞTIN LÊ EM RADEST NEBÛN

Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknaz Uca jî di resepsiyonê de got: “Gelê me serê xwe da lê dev ji bîr û bawerî û çanda xwe berneda. Raza xwe parast.”

Uca bi berdewamî got, “me gelek êş kişand. Şengal hate kavilkirin, şewitandin. Ciwan û yixtiyarên me hatin kuştin. Jinên Êzîdî li bazaran hatin firotin. Lê îro bi YBŞ, YJŞ’ê, meclîsa gel, meclîsa jinan û partriya Êzîdiyan bersivek xurt ji b ovan êrîşan tê dayin. Gelê me xwe diparêze û xwe birêxistin dike”

Uca bi berdewamî diyar kir ku tişta DAIŞ’ê nekarî bike niha AKP’ê dixwaze bike û got, AKP dixwaze Êzîdiyên li konan ên ku bi desteke Şaredariya Mezin a Amedê hatine vekirin vala bike û Êzîdiyan ji wir derxîne.

Herî dawî Uca li ser gotinên Nêçîrvan Barzanî jî got, “Bila kesek li ser xwîna Êzîdiyan siyasetê neke. Em Êzîdî dizanin bê ka kê em tenê hiştin û kê em parastine.”

BAGDASAROV: XWESERÎ HEQÊ KURDAN E

Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolîna yên  Rojhilata Navîn û Welatên Asyayê Semîon Bagdasarov jî di resepsiyonê de axivî û got, “Hem heqê Êzîdiyan û hem jî bi giştî yê Kurdan heye ku bibin otonom.”