Li Reqayê karê sereke rizgarkirina sivîlan e

Pêngava rizgarkirina Reqayê ku bi pêşengiya YPG, YPJ û QSD'ê tê meşandin 45 roj li pey xwe hişt. Şervanên QSD'ê heta niha 40 ji sedî yê bajêr kontrol kirine.

Li navenda bajarê Reqayê, ku şerekî giran lê diqewime, gelek sivîl asê mane. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji bo rizgarkirina sivîlan şerekî giran dikin.

Şervanên QSD'ê rojane bi dehan sivîlan ji nava lepên çeteyan rizgar dikin û ji bo bi sax û selametî bigihînin cihên ewle, gelekî hewl didin.

Piştî ku hate bihîstin li taxa Nîşam Ebdulmelîk a li rojhilatê Reqayê komek ji sivîlan di nava dorpêçiya çeteyan de maye û DAIŞ wan weke mertalên zindî bi kar tîne, şervanan yekser xwe kar kirin û bi wesayiteke zirxî bi rê ketin.

Şervanên QSD'ê, di nava demeke kin de ji bo rizgarkirina sivîlan dor li taxê girtin. Piştî ku şer giran bû, em ji cihê şer derxistin û birin nuqteyeke din. Em li wir li benda hatina sivîlan man. Şer 3 saetan dewam kir. Dûre sivîl û şervan di wesayitên sivîl de li pey hev xuya kirin.

Şêniyên Reqayê ku ev 4 sal in DAIŞ zilmê li wan dike, dema ku ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin û ber bi herêma ewle ve hatin anîn, ji kenê li ser rûyê wan, kêfxweşiya wan dihate dîtin. Piraniya van sivîlan jî jin û zarok bûn. Hêzên QSD'ê ew birin avahiya ewle û li wê derê demeke dirêj xwarin û av dan wan. Şervanên tevlî operasyona rizgarkirinê bûn jî, li ber avahiyê govend gerandin.

Li gorî gotinên sivîlên hatin rizgarkirin, ji ber êrîş û hewldanên komkujiyê yên çeteyên DAIŞ'ê li hemberî sivîlan, her wiha ji ber gelek mayin û xefikên teqemeniyê, gelek kes birîndar bûne.

Welatiyekî ji Reqayê yê heftê salî got, "Çawa nêzî heywanan dibûn (DAIŞ) bi wî rengî nêzî me jî dibûn. Xwezê ji van ciwanên bedew (şervanên QSD'ê) razî be, hatin û em rizgar kirin." Extiyarê navborî wiha dewam kir: "Çeteyan nedihiştin kincê me dirêj be. Dema dirêj bû dibirîn. Dema riya me ne dirêj bûya, em davêtin zindanê. Nanê hişt ku nedibû mirov bide heywanan, didan me. Em çend malbat li kolanekê diman. Me alî hev dikir. Tiştekî me tine bû. DAIŞ'ê her 5-6 mehan carekê mîna ku henekê xwe bi me bike, pênc şeş hezar lîre dida me û digot ev zekat e. Kîsek bilxur dan me, piştre tiştek nedan. Piştî ku qediya, tiştekî em bixwin nema. Ez hê çi bêjim; ev Îslam nîne. Ne nimêjê dikin, ne jî îbadetê. Ji me re digotin her roj bên mizgeftê. Ew kafir in. Xwedê mezin e. Xwedê QSD ji me re şand. Van ciwanên bedew em ji zilmê rizgar kirin. Ciwanên QSD'ê gelekî qîmetê didin me. Xwarin dan me, av dan me. Gelekî rêz û hurmet nîşanî me dan. Ew jî mîna me tî, birçî dimînin, lê li dijî zilmê şer dikin. Xwedê ji wan razî be."

Sivîlekî din jî anî ziman, ku 2 meh bû çeteyan dor li wan girtibûn û got, "Me timî hewl dida birevin. Lê belê wan îşkence li me dikirin. Her ku me hewl dida birevin, em digirtin û dibirin cihekî din. Beriya dorpêçiyê, kîsekî bilxurê, kîsekî birincê dan malbatekê. Piştî ku qediya, tiştekî em bixwin nema. Cîranan hewl didan alîkariyê bidin hev. Dema nanê tisî hebû me dixwar, nebû jî ji xwe em birçî diman. Hêzên QSD'ê hatin û bang li me kirin. Em jî çûn cem wan. Xwedê ji wan razî be, wan em ji vê zilmê rizgar kirin."

Sivîlên ku li nuqteya rawestînê hinekî bêhn vedan, piştre bi pêşengiya şervanên QSD'ê berê xwe dan herêmên ewle.

Operasyonên ji bo rizgarkirina sivîlan ev 2 roj in hem bi roj hem jî bi şev dewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê hewl didin sivîlan ji xwe re weke mertalên zindî bi kar bînin. Lê ev yek jî li pêşiya operasyonên QSD'ê yên ji bo rizgarkirinê bibe asteng. Hêzên QSD'ê bi rengekî organîzeyî û rêbazên xurt operasyonên xwe dimeşînin û heta niha ji ber van operasyonan tiştek bi sivîlekî jî nehatiye.