Li refên gerîla dê û kurek

Demekê dê û kur bûn, piştre bi Têkoşîn Azadiya Kurd re bûne du hevrêyên wêrek yên ku hev hêmbez kirin û di vê têkoşînê de, bi helwesta xwe ya wêrek navê xwe nemir kirin, wê nemir bikin..Ev çîrokeke ne ji rêzê ya du şervanên PKK’ê ye.

Dewleta Tirk her carê zext û zordarî, mişextî, xeribî ferz kiriye. Li gel vê jî her kesê ku di dil de azadî heye li dijî mişextî, zext û zordarî û xerîbeyê jî bi vîneke xurt têkoşiyane, weke aveke ku rêka xwe dibîne, xwe di rêya heqîqetê de dîtine û di vê rêyê de bi baweriya xwe şer kirine.

Malbata Gokturk jî Kurdistanî ne û ev du nifş in ji Qoserê ya Mêrdînê koçî Turgutlu ya Manîsayê kirine. Li gel ev qas dema ku çûyî jî, bi xaka xwe, nasname, ziman û gewherê xwe ve girêdayî mane û di vê rêkê de têkoşîn dane, bûne navên nemir ên çîrokekê...

LÊGERÎNA HEQÎQETÊ YA JI CIWANÎ DEST PÊ DIKE Û HETA DAYIKBÛNÊ DIDOME..

Hê di 15-16 saliya xwe de Hanîfe Gokturk bi kurxaltiyê xwe re dizewice. Ya navînî keç, 3 zarokan tîne. Hanîfe ya ku êdî dayik e, bi disîplîn e û refleksên wê pir xurt in. Wiha tê naskirin ku dizane çi dixwaze, têkiliyên wê qeyîm in û derdor pê bawer e. Li dijî neheqiyan berxwedêr e, carinan bêhteng bibe jî dilpak e û xwedî xisletekî qenc e.

Dayika Hanîfe hê di ciwaniyê de dil dide Têkoşîna Azadiya Kurd û pê bawer dibe, dema ku dibe dayik jî ev didome. Her çendî 3 zarokên wê hebin jî û bi hevserê wê re rêwitiya jiyanê fesilandî be jî dilê wê tim li pey heqîqetê ye. Ji ber vê rewşa wê jî piranî nayê fêhmkirin û ji ber ku hevserê wê ew fêhm nekir, 2002’an jê vediqete û bi 3 zarokên xwe re dijî. Piştî ku zarok mezin dibin ew jî tevlî nav xebatên partiyê dibe û desteka şexsî dide. Kurê xwe yê mezin dizewicîne û ji bo perwerdeya du zarokên dî tişta ji dest tê dike. Piştî ku kurê wê yê biçûk Ozgur dibistana navîn diqedîne û li Tarsûs Mêrsînê lîseyê bi dest dixe bi keça xwe re diçine Tarsûsê.

BI XEYALA AZADIYÊ NAVÊ ‘OZGUR’ DANIYE

Ozgur jî weke xwîşk û birayên xwe li Turgutlu a Manîsayê 28’ê Tîrmeha 1989’an hatiye dinê. Ozgur zarokekî pir şîrîn bûye. Dayika Hanîfe navê Ozgur li hêviya xwe ya dawî, li kurê xwe kiriye. Hê dema ku nû çêdibe tovên azadiyê li dilê xwe û kurê xwe çandiye.

Ozgur bi malbat, derdor û hevalên xwe re pir baş bûye. Bi her kesî re li hev dikir, aram, dirûst, xebatkar û zîrek bûye. Wiha bi hêsanî her kes nekiriye dilê xwe lê dema ku dikir jî ji dilê xwe dernexistiye êdî. Mirovekî degel bûye Ozgur.

KOÇA JI XERIBÎYÊ BER BI XERÎBIYÊ Û LÊPIRSÎN

Ji bo ku dibistana xwe bixwîne bicihbûna wan a li Tarsûsê destpêkê hinekî zor li Ozgur kiriye. Ji bo ku hînî vî bajarî nû bibe demekê westiyaye. Hêla wî ya lêpirsîner xurt bûye. Piştî ku pergalê û perwerdehiya bi kêşe ya pergalê dibîne di pola 2’yan de dev ji dibistanê berdide.

Ozgur wan deman 17 salî ye, ji bo ku alîkariya wî ji bo malbatê çêbibe di fîrmayeke tekstîlê de dest bi xebatê dike. Hem dixebite û hem jî ku derfet çêdibe bi diya xwe re tevlî nav xebatên partiyê dibe, keda şexsî didin. Ozgur piştî ku fîrmaya tekstîlê ya ku lê dixebitî tê girtin careke dî nexebitiye û bi temamî xwe daye xebatên partiyê. Ozgur ku diya xwe ji xwe re modêla rol dibîne, êdî mil dide milên xwe diya xwe û bi çalakî dest bi xebatan dike.

DAYIK Û KUR TEVLÎ NAV REFÊN PKK’Ê DIBIN

Xeyala azadiyê ya dayika Hanîfe û Ozgur her ku çûye mezin bûye û bi ser ve çûye. 13’ê Îlona 2009’an dayik û kur dest dane hev, mil dane hev û berê xwe dane çiyayên azad û tevlî nav Têkoşîna Azadiya Kurd dibin. Dayika Hanîfe êdî dibe Zîlan Mêrdîn û kurê wê Ozgur jî dibe Zinar Qoser û di nav refên PKK’ê de têkoşîna çekdarî nas dikin. Demekê dê û kur bûn û niha jî du hevrêyên wêrek in.

ZINAR QOSER ŞEHÎD DIBE

Zinar Qoser di nav hevalên xwe de bi hewlwesta xwe ya biryardar û wêrek, piştî berxwedana 8 salan a di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de, li Çiyayên Amanosê di şerekî de 17’ê Nîsana 2017’an şehîd dibe. Piştî şehîdbûnê bi demeke dirêj, 2’yê Gulanê malbat agahdar dibe. Cenazeyê Zinar Qoser bi daxwaza malbatê û qewîtiya û qewîtiya malbatê tînin Qoserê û bi tevlêbûne zêde ya gel cenaze tê veşartin.

Zîlan Mêrdîn ku hem hevrê û hem jî dayika Zinar Qoser e ku tevlî nav karwanên nemir ên Têkoşîna Azadiya Kurd bûyî, sond xwariye li ser kurê xwe û li ser bê hijmar têkoşerên nemir ên bênav, li ser xaka xwe û di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd e bêtirs têkoşîna xwe didomîne.