Li Parka Mîllî ya Mûnzûrê dîsa şewat derket

Li Dersimê beriya niha herêmeke 400 donimî şewitîbû. Li cihên daristanê yên gundên Geyîksûyû, Sîn, Halborî û Karşilar di encama topên hewanan de ku ji qereqola leşkeran hatibû  avêtin careke din şewat derket.

Ji ber avêtina topan a ji Fermandariya Cendermeyan a Qererola Karşilar a Dersimê, li herêmên gundên Geyîksû, Sîn, Halborî û Karşilar yên li Parka Mîllî ya Newala Mûnzûrê şewat derket. Tîmên girêdayî Mîdûryeta Karkirinê ya Daristanan ji seatên sibê ve ji bo mûdaxelekirina şewatê ji Walitiya Dersimê li benda destûrê ne û diyar bû ku destûr di seat 12:00’an de hatiye dayîn.

Tîma vemirandina şewatê ku ji 10 kesan pêk tê, welatiyên ku li gundê Karşilar û navenda Dersimê jî dijîn piştgirî dan. Şewata ku ji ber bayê li herêmekî berfirehtir bibû, ji ber kêmbûna mûdaxeleyê ji bo piştgiriyek din ji aktivîstên xwezayê banga civîna lezgîn hate kirin.

‘PIŞTÎ VEMIRANINÊ SEATEK DIN  CAREK DIN ŞEWATÊ DEST PÊ KIR’

Welatiyên li gundê Karşilar dijîn diyarkirin ku ji ber topên hewanan yên beriya 2 rojan hatibû avêtin şewat derketiye. Piştî vemirandina şewatê seatek din li heman herêmê carek din topên hawanan hatiye avêtin û carek din şewat derketiye. Herêma ku qala wê dikin di hema Tîrmehê de şewat derketibû û piştî mûdaxeleya 2 hefteyan şewat hatibû vemirandin. Heyeta ku ji derveyî bajêr hatî lêkolîn kir tespît kirin ku li Parka Mîllî ya Newala Mûnzûrê herêmekî 400 donim şewitiye.

‘JI BO DAXWAZA MÛDAXELEKIRINA ŞEWATÊ CEZAYÊ PEREYAN’

Li aliyê din li Dersimê ji meha Tîrmehê ve bi SÎHA, helîkopterên Kobra ji ber bombeyan û topên hewanan ên ji qereqolê dihatin avêtin  şewat derdiket û li herêmê ji bo mûdaxalenekirina şewatê li bajêr welatiyên ku ev rewş protesto dikirin cezayê pereyan li wan hatiye birîn.