Li Parîsê Tûrnûvaya Futbolê ya ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê

Ciwanên Kurd ên li Parîsê, bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' Tûrnûvayeke Futbolê pêk anîn.

Tûrnûva li navendên sporê yên Creîlê pêk hat û tîmên li Parîs û derdora wê tevlî bûn.

Li qada tûrnûvayê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Engîn Sîncer û alên PKK'ê hatin daliqandin. Tûrnûva bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di encamê de tîma FC les Mureaux Gençlîk a ji Parîsê bi ser ket.

Tîma serketî wê dawiya hefteyê beşdarî 13. Festîvala Çand û Sporê ya Engîn Sîncer bibe, ku tîmên li tûrnûvayên din ên bajarên Fransayê bi ser ketine wê maça fînalê li tûrnûvayê bilîzin.

Di tûrnûvaya Parîsê de ji bo 13. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Engîn Sîncer banga tevlîbûnê hate kirin ku wê 26'ê Gulanê pêk were.