Li navenda Îranê 150 gund bê av mane

Hate gotin li eyaleta Yezdê ya Îranê 350 gund ava diçe ser wan kêm e û li 150’î gundî jî peydakirina avê ne pêkan e.

Midûrê rêveberiyê yê şîrketa ku ava paqij û lewitî ji hev vediqetîne, ya eyaleta Yezdê li 350 gundî problema avê heye. Rayedar got li vî 150 gundên çiyê av tine.

Li eyaleta Kuzîstanê jî ji ber debiya wê ava paqij li ser 43 gundî hatiye qutkirin. Li eyaleta navborî bi sedan tanker avê belav dikin.

Ziwabûn û kêmbûna avê bandorê li tevahiya îranê dike. Ev bobelata ekolojik ji ber wê sedemê ye ku av baş nayê rêvebirin. Bêyî ku bala xwe bidina şertên derdorê, ji bo ku dewlemend bibin gelek bend hatin avakirin. Çem û gol ziwan bûn û hikûmetê ti tevdîr nestandin.

Ji bo projeyên leşkerî û sanayiya çandiniyê av hate çikandin. Ne tenê çem û gol, çirav jî ziwa bûn.

Bi zêdebûna ziwanbûnê re ecacok jî zêdetir bûn. Piştî ku lewitîna endustrîyel tevlî nav ecacokêbû, hilmstandin jî zehmet bûye. Ji bo lewitîna hewayê were astengkirin ti tevdîreke yasayî tine.