Li nav vejeteryanan rîska şehtbûnê zêdetir e

Li gorî lêkolîneke pisporên Zanîngeha Oxfordê ên ku xwarinên vejeteryan an jî peskerteryan tercîh dikin, rîska wan a şehtbûnê 1 ji 5'ê zêdetir e.

Li gorî rojnameya Les Echos a li Fransayê weşanê dike, ku ji Brîtîsh Medîcal Journalê veguhaztiye di lêkolînê de 8 salan li ser modêla xwarinê ya 48 hezar kesî hatiye sekinandin. Bi vê çarçoweyê kesên ku ketine ber ceribandinê bi komên ''vejeteryan û vegan', 'vejeteryan û pesketaryen' û yên ku 'goşt û masiyan dixwin' ji hev hatine veqetandin.

Li gorî encama çavdêrîkirina 8 salan ên ku masiyan dixwin (pesketeryen) ji yên ku goşt dixwin rîska wan nexweşiya dil-damaran 13 ji 100'î kêmtir e. Ev rêje di navbeyna di navbeyna yên ku hîç goşt naxwin û berên avî naxwin û yên ku goşt dixwin de bû 22 ji 100'î. Ev encam rastiyek bû ku di lêkolînên beriya niha de jî derketibû holê.

Lê rîska şehtbûnê ya di navbeyna pesketaryenan de û yên ku qet berê avî naxwin û goşt û berên avî naxwîn de, 20 ji 100'î zêdetir derket. Pispor  vê bi kêmbûna rêjeya vîtamîna B12'ê ve girêdidin ku kesên goşt  an jî berên avî naxwîn ev rêjeya vîtamîna B12 li cem wan kêm be. Ev vîtamîn zêdetir jî di goşt de heye.