Li Mozambîkê bahoza Kennethê: 38 kes mirin

Li bakurê Mozambîkê ji ber bahoza Kennethê 38 kes mirin.

Li gorî bîlançoya Enstîtuya Rewşên Lezgîn a Mozambîkê di bahoza Kennethê de 38 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku nêzî 35 hezar mal jî xisar dîtine.

Ji ber bahozê bi deh hezaran kesan berê xwe dan navendên starkirinê yên lezgîn.

Di bahozê de leza ba bû di saetekê de 300 kîlometre û pêre jî baraneke zêde bariya.

Bahoza Îdaî ya ku di meha Adarê de li bajarê Beîrayê dabû piştre berê xwe da bû Zîmbabveyê. Li herdu welatan ji ber bahozê hezar kes miribûn û bi sed hezaran kes bêmal mabûn.