Li Misrê gorek ji 4.400 salî hate dîtin

Li sîteya Sakkara ya li nêzî paytexta Misir Qahîreyê, goreke 4.400 salî hate dîtin. Tê gotin, gor a rahîbekî ye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Antîkayan a Misrê, gora rahîbê bi navê "Wahtye" ji serdema Xanedaniya 7'an (Beriya Zayînê navbera salên 2500-2300) e. Wê wextê fîrewn Neferîrkare (Beriya Zayînê 2446 û 2438) li ser hikum bû.

Wezîr Halîd El Enanî got, "Gora ku ji hundir ve bi peykeran hatiye xemilandin, baş hatiye parastin." Enanî diyar kir, rahîbê gora wî hate dîtin, encamekî çîna bilind bû.

Hate gotin, di hundirê gorê de nîşaneyên dayik, hevser û malbata wî, her wiha gelek kulûbe û peyker jî li gorê hatin dîtin.

Li goristana bajêr a Sakkarayê bi taybetî pîramîda navdar a fîrewn Zoser heye. Ev avahiya ku dema Beriya Zayînê sala 2700'î ji aliyê Mîmar Îmhotep ve hatiye çêkirin, yek ji avaniya herî kev a li ser rûyê erdê ye.