Li Londrayê bi merasîmekê ‘Navenda Ciwanan a Şehîd Ronahî’ hate vekirin

Li paytexta Îgîlîstan Londrayê bi merasîmekê ‘Navenda Ciwanan a Şehîd Ronahî’ hate vekirin. Merasîm ji aliyê Ciwanên Azad/Jinên Ciwanên Azad ÛK û YXK/JXK ÛK ve hate organîzekirin.

Li paytexta Îgîlîstan Londrayê bi merasîmeke hate lidarxistin ve ‘Navenda Ciwanan a Şehîd Ronahî’ hate vekirin. Di merasîmê de sînevîzyon jî hate pîşandan.

Di dema vekirina “Navenda Ciwanan a Şehîd Ronahî” de peyamên hatin dayîn de bal kişand ser van xisûsan:

NAVENDA CIWANA JI BO RÊXISTINKIRINA CIWANAN Û LI DIJÎ ÊRÎŞÊN KAPITALÎZMÊ PARSTINA REWA YE

 “Ev gava ku li Bêrîtanyayê hate avêtin hem ji bo Ciwanên Azad û pêkhateya Ciwanên Azad ên li seranserî Ewropayêk gavekî dîrokî ye. Ciwan li her qada ku lê dijîn bi Modernîteya Demokratîk a felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her qadê bi parastina rewa vegerîne qada berxwedanê. Reaksiyonekî li dijî tiravmaya Navenda Ciwanên Otonom ên Dîasporayê ye. Ne tesadûfe ku zarokên koçberan fêrî madayên hişber û çanda çeteyan dibe. Di gelek rewşan de ciwan bi xweştikiya modernîteya kapitalîst tê xapandin, çavê wan tarî dibe di bin navê ‘Azadiyê’ de jiyanekî bê rûmet dijîn. Sakîne Cansiz wiha gotibû: “Azadî bi xwe şerkirine.” Divê ji bo azadiyê têkoşînê bikî.”

JI BO BÎRANÎNA LEYLA ŞAYLEMEZ NAVENDA CIWANAN

Navenda Ciwana ji bo bîranîna Leyla Şaylemez (Ronahî) a ku li Parîsê hate qetilkirin û di nava xebatên ciwanan de cih digrit biryara da ku “Navenda Ciwanan a Şehîd Ronahî” bê binavkirin. Şehîd Ronahî li Elmanya navenda Ewropayê mezin bû û di salên li Zanîngehê de Têkoşîna Tevgera Azadiyê nas kir. Di temenê xwe yê ciwan de beşdarî berxwedana Ciwanên Azad bû, li dijî sîstema ku li nav mezin bû dest bi îsyanê kir. Bi taybet weke jinekî ciwan rê û rêbazên têkoşînê ya li dijî kolekirin çawa tê kirin nîşanî her kesê da. Ronahî Sakîne Cansiz (Sara) Fîdan Dogan (Rojbîn) di sala 2013’an de li avahiya Enfromasiyona Kurdistanê ji aliyê hêzên navneteweyî û hevkariya dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Em carekî din soza şopandina rêya şehîdên xwe didin. Soza em ê bi tola şoreşê mêtingeriyê parçe bikin didin.”