Li Lîvornoyê resepsiyona Heyva Sor a Kurdistanê pêk hat

Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê, Heyva Sor a Kurdistanê, salvegera 4. a damezrandina xwe pîroz kir.

Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Lîvornoyê resepsiyonek da. Kurd û gelek dostên wan tevlî resepsiyonê bûn û li ser karê çar salan ên Heyva Sor a Kurdistanê agahî hatin dayin.

Şaredarê Lîvorno, Midûrên Emniyetê, Berpirsyarên Daîreya Koçberan, nûnerên Buroya Enformasyonê ya Kurd û Komîteya Kurdistanê tevlî resepsiyonê bûn.

Karîkaturîstê navdar ê Îtalî Zero Calcero jî ji bo piştgiriyê tevlî resepsiyonê bû. Wêneyên ku Calcero li ser Rojava xêz kirin, gelekî bal kişandin. Her wiha hatiya ji pirtûkên xwe jî weke bexş da Heyva Sor a Kurdistanê.

Ji berdevkên PYD'ê Îbrahîm Muslim, ji nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê yên li Elmanyayê Rifat Akter, nûnerê sendîkaya Îtalyanî, berpirsyarê Fîlîstîn-Îtalya û nûnerekî Komîteya Kurdistanê li resepsiyonê axivî û bal kişandin ser girîngiya saziyên alîkariya însanî.

Qisekeran hemûyan çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên kirin silav kirin û bang li saziyên pêwendîdar kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Di resepsiyonê de her wiha projeyeke nû hate ragihandin. Hevserokê Heyva Sor a Kurdistanê Alîcan Yildiz diyar kir ku ji bo Efrîniyên ji ber dagirkeriya Tirk ji neçarî xwe li Şehbayê girtine wê klînîkekê çêbikin.