Li Komara Efrîqaya Navîn milyonek zarok di bin metirsiyê de ye

UNÎCEF'ê ragihandin ku li Komara Efrîqaya Navîn jiyana zêdetirî milyonekî zarok di bin metirsiyê de ye.

Berdevkê UNÎCEF'ê Chrîstophe Boûlîerac ragihandin ku her roja diçe, ji ber îstikrasiya ku li welat tê jiyîn û ji ber bûyerên şidetê hejmara mirovên ku pêdiviaya wan bi alikariyê heye zêde dibe.


Berdevkê UNÎCEF'ê Chrîstophe Boûlîerac, li Buroya Netewên Yekbûyî ya li Cinêvê daxuyanîyek da çapemeniyê û ragihand ku li Komara Efrîqaya Navîn a ku metîngeha Fransaya kevn e, jiyana zêdetirî milyonekî zarok di bin metirsiya mirinê de ye.


Boûlîerac diyar kir ku ji ber bê îstikrariya li welat, krîza aborî û bûyerên şidetê her roja diçe hêjmara mirovên ku pêdiviya wan bi alikariyê heye zêdetir dibin û wiha got: "Saziyên alikariya mirovî ya li Komara Efrîqaya Navîn nekarîne xebatekî bi asayî birêve bibin. Ji ber bûyerên şidetê yên li welat çêdibin û bê îstikrariyan, nêzî milyonek mirov ji cihê xwe bûne û zêdetirî 2 milyon mirov ku nîva wan zarok in, pêdiviya wan bi alikariyê heye."


Berdevkê UNÎCEF'ê Chrîstophe Boûlîerac, li dijî drama ku li Komara Efrîqaya Navîn tê jiyîn, bang li civaka navnetewî kir û got: "Di dema ku bêdengî çêbibe de, wê metirsiya jiyana zêdetirî milyonekî zarok her roja diçe zêdetir bibe."