Li Kerkûkê pêwîstiyên rojane bi biha bûne

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê nirxên xwarin û pêwîstiyên rojane di asteke ber bi çav de biha bûne. Welatî ji vê nerazî ne û bazara kirîn û firotinê jî lewaz bûye.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê û şûnde ku hêzên Iraqî û Heşdî Şebî li Kerkûkê bi cih bûne û şûnde du bendên nû yên gumrikê li ser rêya Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêr hatine çêkirin. Ev jî bûye sedema pêwîstiyên rojane biha bibin.

Têkildarî mijarê esnafê Kerkûkê Serdar Seyfedîn ev tişt anî ziman: “Hinek pêwîstiyên rojane hene ku 3 dolar biha li ser zêde bûye, ev jî gelek zêde ye. Giranbûna biha bûye sedemê qezencên me jî kêm bibe û welatî jî gazincan bikin, lê tiştek di destê me de nîne berhem biha bûne.

Seyfedîn diyar kir ku gelek bazirgan hene ku nikarin berheman bigirin ji  ber baca gumrikê wê zirar bibin.

Xwediyê depoya erzaq û pêwîstiyên xwarin û vexwarinê Hawkar Sedîq jî bal kişand ser bihabûna nirxên pêwîstiyên rojan e û got: “Danîna her du gumrikên di navbara Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêr de bûye sedema bihabûna tiştan. Li bazarê berhem duqat zêde bûne.”

Sedîq wiha dom kir: “Li gumrikan bi awayê kêfî bac tên zêdekirin. Hinek caran bihayê 4 heta 5 hezar dolar bac li ser tişatan tên zêdekirin. Ji ber vê baca zêde gel nikare ji bazarê pêdawîstiyên xwe bi cih bîne. Her wiha ji bo bidawîkirina vê rewşê jî deng ji ti aliyên siyasî nayê. Berhemên sereke yên jiyanê yên weke doşaf, bacan, birinc, ron û şekir pir biha bûne.”

Li ser heman mijarê jî Rêbwar Reûf jî axivî û ev tişt got: “Em pêwîstiyên xwe yên ji bo merengoziyê ji Hewlêr digirin. Lê ji ber baca zêde ya li gumrikan em nikarin berhemên xwe bigirin û bangorekî zêde li me kiriye. Hinek amurên ku bi 60 hezar dînarên Iraqî digihşt destê me niha bûye 75-80 hezar dînar. Ji ber vî bihayê zêde gel nikare biçe bazarê.”