Li Karzûnê tevlîhevî didome

Li Karzûnê ya Îranê çalakiyên gel di roja çaran de didomin.

Hezên leşkerî yên Îranê bajarê Karzûn ya ser bi parêzgeha Şîrazê milîtarîze kiriye û niştecihên Karzûnê jî li ser daxwazên xwe rawestiyane.

Duh xwepêşandanên niştecihên bajarê Karzûnê di roja sêyemîn de jî berdewam kiribû. Di çalakiyên şeva yekemîn de 3 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn qetilkirin, 84 kes birîndar bûbûn û dehan welatî jî hatibûn desteser kirin.

Ew wêneyên ku li ser medya civakî hatine parve kirin dide nîşan ku xwepêşandanên duh li gelek deverên Karzûnê berdewam kiriye û pevçûn di navbera xelk û hêzên leşkerî yên rejîma Îranê de rû daye.

Di dîmenekî de çekdarek li ser avahiya Navenda Dadperweriya Karzûnê gule li ser gel direşîne.

Di Tebaxa 2017’an de parlementerekî parêzgeha Şîrazê pêşniyarek dabû parlementoyê ji bo du bajarokên bi navê “Kuhmerdan Nurd” û “Çinar Şîcan” ji Karzûn werin cûda kirin û bi hevre bajarekî nû yê bi navê “Kiwe Çinar” were çêkirin.

Serokê parlementoya Îranê jî soz dabû vê pêşniyarê pêk bîne û van bajarokan ji Karzûn cûda bikin.

Niştecihên Karzûnê dibêjin ku cudakirina van bajarokan ji Karzûnê, wê derfetên jiyanî kêmtir bikin û nekarin li gorî tê xwestin ji bûdceyê sûd werbigirin. Ev ê jî bandoreke neyînî li ser jiyana gel bike.

Hêjayî gotinê ye ku gelek cihên dîrokî li van herdu bajarokan e. Ji lewma gelê Karzûnê naxwazin ev herdu bajarokên cihên dîrokî lê hene ji bajarê wan cûda bikin.

Helbet sedema nerazîbûna xelkê Karzûnê tenê ev nîne. Ji ber welatiyên vî bajarî di xwepêşandanê de li dijî rewşa aborî ya bajêr û rewşa siyasî ya welat jî dirûşm dibêjin. Her wiha çalakiyên wan li ber Banka Karta Taybet, Mizgefta mezin a bajêr, qeymeqamî, şaredariyê pêk tê. Ev navend jî nûnertiya siyaset, aborî û desthilatiya vî welatî dikin.