Li Kalîforniyayê agir bi daristanê ket

Li bakurê eyaleta Kalîforniya ya DYA’yê ji nû ve agir bi daristanê ketin. Di nava du rojan de 22 hektar şewitîn.

Li Kalîforniya ya tevahiya meha Havînê bi şewatên daristanê bibû rojev, ji nû ve şewta daristanê destpê kir. Rêveberên hermêmî rêyeke girtin û welatiyên li sedan qadên di bin gefê de hatin veguhestin.

Tîma li hember şewatên daristanan oparasyonan koordîne dikin diyar kir ku şewata bi navê ‘Delta’ lê hatî kirin, ‘Ji ber mirovan’ pêk hatiye,  zêdetir agahî parve nekir.

Şewata daristanê roja Çarşemê di saetên nîvroyê de li nêzî Lakehead a 250 kêlometre dikeve bakurê paytexta Kalîforniya Sacramentoyê derketiye.

Şewata li nava daristana Shast-Trînîtyê derketî de her ku diçe belav dibe. Heta niha agahiya ku sivîlan jiyana xwe ji dest dane nehatiye.

Balafir û helîkopter ji bo vemirandina şewatê ketine nava liv û tevgerê, nêzî 1500 kes ji bo vemirandina şewatê hatine erkdarkirin.

Li Kalîforniyayê ya ku tevahî meha Havînê şewata daristanan lê dom kir, 400 hezar hektar ji ber şewatê tine bûn.