Li Holandayê banga beşdariyê ji bo 20. Festîvala Mazlûm Dogan hate kirin

Li bajarê Blegny ê Belçîkayê ji bo 20’emîn Festîvala Mazlûm Dogan bang hate kirin.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Hollandayê (DEM-NED) û Tevegera Jinên Kurd ên Hollandayê, îro têkildarî 20’emîn Festîvala Mezlûm Dogan a ku wê li bajarê Blegny ê Belçîkayê ku 15’ê Tîrmehê roja Înê bê lidarxistin daxyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Nêzî 50 sal in Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de, her demê xwedî li Rêbertiya xwe, vîna xwe û çanda xwe derketine. Deh sal in ji bo Kurdistanê ji mêtîngeriya dijmin rizgar bikin fedekariyên mezin dikin û erka xwe ya welatparêziyê bi cih tîne. Di encam vê têkoşînê de tu Kurdistanî êdî girtina Rêbertiya xwe û êrîşên li ser vîna wê tê kirin qebûn nake. Di vê rêya de her dêmê Rêberê Berxwedanê Mezlûm Dogan weke çavkaniya îlhamê dîtiye. Ji ber vê yekê di serî de bang li ciwanên Kurdistanî yên li Hollandayê, hemû gelê Kurdistanî û dostên wan dikin ku beşdariya xwe ji 20’emîn Festîvala Çand û Sporê ya Mazlûm Dogan re bike.”

Wê festîval bi sirûda “Azad Bike” li bajrê Blegny pêk were. Komeleyên li Zaandam, Den Haag û Arnheîmê bi otobûsan saet 08:00’an beşdar bibin.

ji bo têkildarî bernameya festîvalê agahî bigirin:

http://koerdischnieuws.nl/2017/07/05/20ste-editie-van-mazlum-dogan-jongerenfestival-op-15-juli-in-blegny-belgie/