Li Hindistanê ji ber şewba ensefalît zêdetirî 150’î zarok mirin

Li eyaleta Bihar a bakurê Hindistanê ji ber şewba ensefalît zêdetirî 150’î zarok mirin.

Li gorî bîlançoya herî dawî ya rayedarên tenduristiyê li eyaleta Bihar a Hindistanê 152 zarok ji ber nexweşiya ensefalît  (îltîhaba mejî) mirine. Hate diyarkirin ku ji vana 131 kes li du nexweşxaneyên Mûzaferpûr mirine yên ku weke navenda şewbê tên diyarkirin.

Li gorî lêkolînên zanîstî pêla mirinan ji ber jehra di nava tovên fêkiya lîçî de pêk tê. Her sal di navbera meha Gulan û Tîrmehê de, di dema komkirna lîçîyan de li eyaleta Biharê bûyerên wiha pêk tên.

Li eyaleta Biharê di sala 2014’an de 355 zarok û di nava 10 salên dawî de 1350 zarok ji ber nexweşiya ensefalîtê mirine.