Li hezaran bajaran wê îşev ronahî werin tefandin!

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê WWF di çarçoveya operastona ‘Earth Hoûr’ de wê li temamî cîhanê, li hezaran bajaran vê êvarê çalakiya tefandina ronahiyê li dar bixe.

Di çarçoveya çalakiya ku saetekê bila ronahî werin tefandin wê li hezaran bajaran ronahî werin girtin.

Li gelek welatên Ewropayê ji bo parastina jîngehê bi hezaran kes dadikevin kolanan û li hemberî germa global ji hikumetê tevdîrên şênber dixwazin.

Çalakiya tefandina ronahiyê wê saet di navbera 20.30 û 21.30’an de pêk were.

Di sala 2018’an de 187 welatan 7 hezar bajar tevlî çalakiya WWF’ê bûn û li gelek avahiyên sembolîk ronahî hatibûn tefandin. Îsal çalakiya 13’emîn tê lidarxistin.