Li herêma Cizîrê amadekariyên ji bo sala nû ya perwerdeyê

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Semîre Hac Elî sala nû ya Perwerdeyê nirxand û got: "Amadekariyên me îsal ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan hene. Sala nû bi çoşek mezin dest pê dike."

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê Semîra Hec Elî sala nû ya perwerdeyê nirxand.

Semîra Hec Elî got, "Ji bo bo sala nû ya perwerdeyê ev demek em amadekariyan dikin. Mamoste û materyal ji bo dibistanên seretayî û navîn hatine amedekirin. Ji bo zarokê Şedadê û kampa Holê, ji ber zor û zehmetiyê sala bihurî, jenerator hatin amadekirin. Komîteya perwerdeyê ji bo kêmasiyan ji holê rake, di nava liv û tevgerê de ye."

Semîra Hec Elî anî ziman ku ji bo îsal li herêma Cizîrê 17 hezar mamosteyên Kurd, Ereb, Suriyan hatine amede kirin û perwerde kirin ji bo ku derbasî dibstanên seretayî û navîn bibin. Hec Elî got, "Ji refa yek heta nehê wê her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwîne. Tenê yên Suriyan wê ji refa yek heta şeşan bi Sûriyanî bixwînin. Ji bo xwendekar bi hev re karibin bidin û bistînin ji refa 4'ê zimanê Kurdî û Erebî derbasî tevahî dersan dibe. Di refa 5, û 6 de jî zimanê Ingilîzî tê dayîn."

Hevseroka Desteya Perwerdê Semîre Hec Elî diyar kir ku 1950 dibistan wê îsal bi sîstema pergala demokratîk a federasyona Bakurê Sûriyeyê perwerdeyê bide. 

Wê di vê mehê de pirtûk li tevahî xwendekaran werin belav kirin.

Semîre Hec Elî di dawiyê de bang li gelê Rojava/Bakurê Sûriyeyê kir ku bibin alîkar ji hemû qadên şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ji bo bighêjin encama herî baş.