Li Hambûrgê şer heta sibehî dom kir

Li dijî Civîna G20 bi deh hezarna kes derketin kolanan. Çalakgeran bersiv dane êrîşên polîsan, kuçe girtin û destûr nedan ku polîs têkevin Sternchanzeyê.

Şer li gelek navendên Hambûrge heta berê sibehê dom kir.

Li Hambûrg a Elmanya li dijî Civîna G20’yê ku bi deh hezaran kesên ku ji gelek welatên Ewropaye hatine çalakî pêk anîn.

Polîsan destûr nedan çalakgeran, êrîş bi ser çalakgeran de anîn, çalakgeran jî rê girtin û barîkat danîn. Tevahiya rojê çalkiyên kul i 4-5 niqteyan pêk hatin heta berê sibehê dom kir. Di çalakiyan de bi dehan kes hatin binçavkirin, nêzî 30 wesayit hatin binçavkirin. Li gel  ku polîsan bi panzêr, toma, bi ava jidiyayî, gazê êrîş birin jî çalakgeran li ber xwe dan, barîkat danîn û li dijî G20’ê dirûşm berz kirin.

Li Sternchanzeyê çalakgeran li gelek kuçeyan barîkat danîn û nehiştin polîs têkevin kuçeyan.