Li gundên Miksê amadekariya ji bo zivistanê dest pê kir

Li Mezra Şêxan a navçeya Miksê, ku ji aliyê gel ve weke gerstêrka nehemîn tê binavkirin, jinan dest bi amadekariyên ji bo zivistanê kirin.

Bi destpêkirina demsala payîzê re, mîna gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li Wanê jî amadekariyên ji bo zivistanê dest pê kirin. Li Mezra Şêxan a navçeya Miks a Wanê, ku bi navê 'gerstêrka nehemîn' jî tê naskirin, jin dest didin hev û bi hev re amadekariyê ji bo zivistanê dikin.

Ji bo zivistana demdirêj û dijwar, jin zebzeyên li bexçeyên xwe çandine di mehên havînê de li ser banê xaniyên xwe radixin û li ber tavê hişk dikin.

JIN JI BO ZIVISTANÊ AMADEKARIYEKE ÇAWA DIKIN?

Yek ji jinên amadekariyê ji bo zivistanê dikin Besna Yildiz e. Yildiz destpêkê konverveyan amade dike. Besna Yildiz agirê li tifikê sor dike û piştre firingî û îsotên birî ne, diavêje nava beroşê. Piştî firingî û îsot nerm dibin, dixe nava qewanozan. Besna Yildiz qala amadekariyên xwe dike: "Piştî ku zebzeyan bixim nava şûşeyan, ez ê şûşeyan jî bixim hundirê berojê û bikelînim. Konserve bi vî rengî baştir dibe. Em vê xwarinê jî heta dawiya zivistanê dixwin. Zivistana Miksê dirêj û dijwar e. Di dema zivistanê kes naçe navendê. Rê girtî ne. Berî bibe zivistan, em pêwîstiyên xwe ji sûkê dikirin. Lê belê em hemû fêkî û zebzeyên xwe yên havînê li bexçeyên xwe diçînin, hişk dikin. Bi qasî ku em bixwin, dixin konserveyan. Em penêr, mast, rîçal, her tiştî bi xwe çêdikin. Penêrê xwe jî dixin binê axê. Tehma xwe jî xweş e û ji bo tenduristiyê jî baş e."

Besna Yildiz anî ziman, ku xwarina li gund tê çêkirin xwezayî ye û bi ti awayî di xwarina xwe de dermên bi kar nînin. Besna Yildiz got, "Her tiştên em li bexçeyên xwe çêdikin, xwezayî ne. Mirov dikarin li bajaran jî hilberîna xwezayî bikin. Tenê divê mirov axê bipejirînin."

'EM PENÊR Û MAST DIXIN BINÊ AXE

Cevahîr Demîr jî anî ziman, ku di zivistanê de ew xwarinê ji derve nakirin û diyar kir, li Miksê amadekariyên ji bo zivistanê zû dest pê kirine. Cevahîr Demîr ragihand, ku penêr, mast û hemû cûreyên konserveyan ew bi xwe çêdikin. Demîr da zanîn, ku gundiyên pezê wan heye, havînê li zozanan pezê xwe diçêrînin û mast û penêrê ji şîrê pez amade dikin, dixin binê erdê.

Cevahîr li ser amadekariyên xwe yên zivistanê got, "Penêr û mastê ku em çêdikin, tînin cihê jê re 'kîler' dibêjin û dixin binê erdê. Dema dibe zivistan, em ji binê erdê derdixînin û dixwin. Ji zebzeyên bexçeyênx we jî em tirşiyê çêdikin. Zivistana vê derê dijwar û dirêj e. Carna bi hefteyan rê girtî ne. Lewma em nikarin biçin navendê. Em zebzeyên xwe hişk dikin û amadekariyê ji zivistanê re dikin."