Li gundê xwe yê hate valakirin çewlika elokan vekir

Azîz Ormanli ku li gundê xwe yê hatiye valakirin çewlika elokan a organîk çêkiriye ji derdora xwe re bûye mînak. Ormanli got, "Heta ku dewlet dîsa me ji gundê me dernexîne, ez ê vî karî bikim."

Azîz Ormanli sala 2000'î bi darê zorê ji gundê Babuka yê navçeya Silopiya ya Şirnexê hate derxistin. Ormanli piştî demeke dirêj bi elokên xwe li gund vegeriya. Azîz Ormanli ku 20 salan di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ajokarî kir, pîşeyê xwe guhert û biryar da ku çewlika elokan ava bike.

Ormanli diyar kir ku li navenda navçeyê karekî bê kirin nemaye û got, "Berî 3 salan ez li gundê xwe vegeriyam û min ev çewlika elokan ava kir. Min bi 800 elokî dest bi vî karî kir. Bi giştî 15 hezar TL'yê min li vî karî çû. Ez îro dikarim debara xwe bi rehetî bikim. Min ev der bi derfetên xwe ava kir. Dewlet ji bo hinekan alîkariyê dide, lê dema mijar ev gel be, alîkariya dewletê li aliyekî em şikur dikin ku li pêşiya karê me nabe asteng."

'XWEDÎKIRINA WAN DEMA ZIVISTANÊ HÎN HÊSAN E'

Ormanli diyar kir ku elokeke ne nexweş hema bêjin her roj hêkê dike û got, "Ez hêkên wan dixim mekîneyên kurkbûnê. Bi saya mekîneyên ku min par kirî, çêlikên hîn baştir ji hêkê derdikevin. Dema ku mirov bi xwe karê xwe dike, qezenca mirovan her sal zêdetir dibe. Ez hemû elokan berdidim derve. Li derve, li nava xwezayê xwe xwedî dikin. Heta serê sibehê saet 8'an digerin û piştre li pînikên xwe vedigerin."

Ormanli ji bo elokên nexweş dikevin tedawî bike li çewlikê cihekî cuda amade kiriye. Ormanli got, "Ez derman û vîtamînan didim wan û wan ji jiyana xwezayî venagirim. Zivistanê xwedîkirina wan rehettir e. Havînê ji ber germê zehîf dibin, zivistanê jî qelew dibin."

'HETA KU JI DESTÊ MIN BÊ EZ Ê VÎ KARÎ BIKIM'

Ormanli gilî û gazinan ji zêdebûna buhayê êm dike û dibêje, "Em li vê derê elokekê bi 70-85 lîreyî difiroşin. Bi giranî 7-8 kîlo ne. Kîloyê xwe zêde be buhayê xwe jî zêde dibe. Nabe ku bi zema li êm tê kirin em jî zemê li elokan bikin. Nizanim bê bi vê zemê re wê çawa dewam bike. Ez bi biryar im ku heta ji destê min bê ez ê vî karî bikim. Eger dewlet dîsa me ji gund dernexîne, ez ê vî karî bikim."