Li girtîgehê pirtûka 'Bihara Hêviyên Min' derket

Girtiyê siyasî yê bi navê Faysal Yacan, ku 10 sal in li Girtîgeha Îzmîrê dimîne, bi navê 'Bihara Hêviyên Min' pirtûkeke nivîsand û da çapekirin.

Girtiyê siyasî yê bi navê Faysal Yacan (32) ê di sala 2007’an de li Îzmîrê bi hinceta ‘rêveber û endamtiya rêxistinê ye’ li Îzmîrê hate girtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yacan ê ku 10 sal e di girtîgehê de ye pirtûka bi navê ‘Bihara Hêviyên Min’ derxist.

Girtiyê siyasî Yacan di pirtûka xwe de bal kişandiye ser zext û zilma dewletê ya li ser civaka Kurd. Yacan di pirtûka xwe de wiha dibêje: "Dema mirov rêwiyê kurte jiyana xwe be, mirov di jiyana xwe de xweşî û nexweşiyan dide pişta xwe û ber bi deşt û newal, çiya, banî, cem û kaniyên jiyana dergûşa jinek xizan a bi dergûşa jinek dewlemend, carna jî bi dergûşa evînî hat lorandin dikeve rêwîtiyek keseran. Xwe di nav xewn û xeyalên xemhat de dibîne."

LI SER SERPEHATÎ Û ÇÎROKÊN GELÊRÎ RAWESTIYA YE

Yacan di pirtûka xwe de li ser çîrok û serpêhatiyên gelerî jî rawestiya ye. Yek ji van çîrok û serpêhatiyan jî, serpêhatiya Cembeliyê Mîrê Heqarî û Binefşa Narîn e. Her wiha çîroka Qewlê Mîr û çîroka her du birayên berxwedêr jî hatiye vegotin.

LI SER ZOZANÊN FEREŞÎNA XWE DIGERIM

Yacan bi vê pirtûka xwe xwestiye bi awayek xwezayî û herikbarî derkeve pêşberî xwendevanên xwe. Yacan di pirtûka xwe de bal kişandiye ser herêma lê ji dayk bûye Fereşîna Şirnexê û wiha dibêje: "Bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re navê Fereşîna Şirnexê bû parçeyek ji jiyana gelan. Ez li ser zozanên Fereşîna xwe digerim. Li rastî Kûrtay Fereşîn ê leheng û carna jî rastî Rojîn û Leyla têm. Em rastî dilên azad tên. Em li çiyayên Fereşînê li deşt û zozanan digerin."

YACAN KÎ YE?

Girtiyê siyasî Faysal Yacan di sala 1986'an de li gundê Fereşîn yê li ser navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye dinê. Di sala 1995’an gundê wan ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tê valakirin û şewitandin. Yacan bi malbata xwe re koçî Wanê dike. Yacan dibistana Navîn qedandiye û di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike.