Li Girikê Aslantepeyê yê dîrokî kolandin didome

Li Girikê Aslantepeyê, ku qesra herî kevn a cîhanê ya ku tê zanîn e, bi bermahiyên dîrokî yên bi kolandinê re dîrok ronîtir dibe.

Girikê Aslantepe yê li Meletiyê di lîsteya derbasdar a Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya ÛNESCO’yê de ye, ji ber ku yekemîn bajar-dewlet e, di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Gelek bermahiyên dîrokî yên ji vê derê hatine derxistin li muzeyên Enqere û Meletiyê tên pêşandin. Tê diyarkirin ku Aslantepe qesra kerpîçan a herî kevn a cîhanê ye. Textê kerpîçî yê beriya miladê bi sê hezar salan jî derkete holê.

Girikê Aslantepeyê yê li Taxa Ordûzû ya Battalgaziyê ye, kolandinên pêşîn di sala 1930’î de hatiye kirin. Ji sala 1961’ê û heta niha her sal ji meha Tebaxê heta dawiya meha Cotmehê kolandin tê kirin. Di kolandinan de heta niha qesra ji kerpîçan a beriya miladê 3000 salan, perestgeheke beriya miladê 3500 salan, mor û gelek berhemên metal hatine dîtin.