Li Entarktîkê her ku qeşe dihelin qadên şînahî mezin dibin

Li Entarktîkê ku bandora germahiya global pir lê tê hîskirin her ku qeşa dihelin qadên şînahî mezin dibin.

Li Entarktîkê ku bandora germahiya global lê zêde ye lêkolîn hate kirin û diyar bû bi helandina qeşayê re ya li parzemînê li şûna cihên qeşayê qadên şînahî çêbûne.

Lêkolîna Matt Amesbûry û pisporên din ên têkildarî guherîna 150 salî a Entarktîkê di kovara Current Bîologyê de weşiya..

DI 50 SALÊ DAWÎ DE RAÇÎNKA NEBATÊ PIR ZÊDE BÛYE

Di nav çarçoweya lêkolînê de ji Elephat Îslan, Ardley Îsland û Gren Îslandê li mesafeyên nêz ên van herêmên mînakê axê hatin girtin, ev mînak li ser guherîna kişwerê ya Entarktîkê nîşaneyên girîng didin û diyar bû ku bi taybetî di van 50 salên dawî de di raçînka nebatî de guherînek mezin çêbûye.

HEKE GERMAHIYA GLOBAL BI VÊ LEZÊ BIDOME QADÊN ŞÎNAHÎ WÊ ZÊDE BIBIN

Di dawiya lêkolînê encamên germahiya global hatin destnîşan kirin û hate gotin, ‘’heke wiha berdewam bike, di encama helîna qeşayê de, qadên u ji qeşeyê xilas bûne di siberojê de Entarktîk wê pir şînahî be’’

Pispor diyar dikin mînakên ku ji Entarktîkê hatine girtin, li qadên ku qeşa heliyane kevzên herî stûr û yixtiyar hatine dîtin.

AVANIYA BÎYOLOJÎK Û SIRÛŞTÎ YA ENTERTÎKÊ BEREVAJÎ DIBE

Yek ji pispore Zanîngeha Exeterê ku di lêkolînê de cih girtiye Dan Charman jî dibêje ji ber germbûna zêde sîstema ekolojiyê ya Entarktîkê wê pir biguhere. Diyar kir ku germbûna global avaniya biyolojîk û sirûştî ya herêma kêmpeyda a dinyayê wê berevajî bike.
Charman diyar kir meyla şînahîbûnê ya li Entarktîkê beriya niha li Arktîkê jî pêk hatibû û got, qadên şînahiyê li Entaktîkê  niha tenê sedî 0,4 e. Charman diyar kir raçîna nebatê zêdetir li herêmêz bê qeşa zêde dibe û diyar kir li herêmên ku derfet çênebûne ku lêkolînê bikin jî guherîneke mezin heye.