Li Elmanya germbûna global bû 2,2 pîle

Hemû cîhan ji bo pêşîlêgirtina germbûna global nîqaşê dike, li Elman jî hate ragihandin germbûn ji ya ku dihate armanckirin zêdetir e.

Di peymana COP21'ê de ku 2015'an li Parîsê Neteweyên Yekbûyî qebûl kiribû, pêşbîniya wê dihate kirin ku germbûna global heta dawiya vê sedsalê li gorî rêjeya sedsala 19'ê tenê 2 pîleyan zêde bibe. Lê li gelek deverên cîhanê tê dîtin ku ev sînor derbas bûye.

Li gorî daneyên meteorolojiyê ya Elman 110 mehên pêşî yên vê salê germahî bi giştî 11,6 pîle bûye. Ev jî li gorî ya 1881'an, ku 9,4 bû, pir zêde ye.

Pîvanên li Elmanya nîşan didn ku germbûna cîhanê 2 pîle zêde bûye. Di pîvanên 10 mehên pêşî Yên 2018'an de li gorî rêjeya 1881'ê, ku germahî li Elmanya cara pêşî hatibû pîvan, 2,2 pîle zêde bûye.

Li Elmanayyê cara pêşî pîvane bi berfirehî ya germbûnê sala 1881'ê hatibû kirin.

Texmîn ew e ku li tevahiya cîhanê germbûn heke bi 2 pîleyan neyê sînordarkirin li gelek herêmên cîhanê wê kîşwer biguherin. Ji ber van guherînan qeşayên ku wê bihêlin wê ava okyanûsa bilind bikin.

Tê gotin guherînên kişwerê wê bandoreke rasterast li ser jiyana bi sedan milyon mirovî bike. Nexasim li welatên giravê û li bajarên li peravên okyanosan wê ziyaneke mezin çêbibe û bi sedan milyon mirov wê bibin 'penaberê kişwerê'.