Li Efrînê wesayitên sivîl kirin hedef: Bi dehan kes hatin kuştin

Artêşa Tirk a a dagirker êrîşên li ser sîvîlan ên li Efîrînê di roja 57’an de didomîne. Di derketina bajêr de bi obûsan li konvoya sivîlan da. Bi dehan sivîl hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine standin, traktör û wesayiteke dîya di konvoyê de bû hedef. Diyar bû ku bi 10’an kesên ku di wesayitê de hatin kuştin. Di nav ên kuştî de zarok jî hene.

Li navenda Efrînê li ser bi hezaran sivîl taloke heye. Êrîşên hewayî yên bi ser bajêr de didomin.

Ji ber ku xeta înternetê û telefonê ya Efrînê qut dibe, têkiliyeke di navenda Efrînê re nayê danîn. Lê tê gotin dîmenên komkujiyê hatiye tomarkirin û hewl tê dayin ku ji ajansên nûçeyan re bişînin.

Duh dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 47 sivîl kuştibûn. Artêşa Tirk nexweşxneya Avrînê bombe kiribû, 16 sivîl hatibûn kuştin û bi dehan sivîl jî birîndar bûbûn.