Li Efrînê teqîneke mezin pêk hat

Li Efrînê li nêzî Nexweşxaneya Dêrsimê teqîneke mezin pêk hat. Hate diyarkirin ku dema çeteyên dewleta Tirk merasîm li dar xistine, ev teqîn pêk hatiye.

Li navenda Efrînê, nîv saet berê teqîneke mezin pêk hat. Teqîn li Rêya Feylaqê pêk hat. Hate diyarkirin ku dema çeteyên dewleta Tirk merasîm li dar dixistin, teqîn pêk hatiye.

Hate diyarkirin ku di teqînê de gelek çete mirine û gelek çete jî birîndar bûne.

Tê diyarkirin ku teqîn bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin.