Li Efrînê şerê çeteyan dewam dike

Operasyona hêzên dewleta Tirk a li dijî koma bi navê Ehrar Şerqiye dewam dike. Di şer de herî kêm 11 kes mirin.

Li Efrînê di navbera koma çete ya bi navê Ehrar Şerqiye û leşkerên Tirk de şer diqewime. Tê gotin, di şer de 10 endamên Ehrar Şerqiye û çeteyekî hêzên taybet ên Tirk mirine. Ji ber ku li bajêr derketina derve hatiye qedexekirin, hejmara zelal a mirî û birîndaran nayê zanîn.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, hêzên dewleta Tirk ji fermandarên çeteya Ehrar El Şerqiye xwestine ku tevî çekên xwe vekişin nava Îdlibê.