Li Efrînê derbên giran li çeteyan tê dayîn: 4 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li navçeya Şera ya Efrînê 15’ê Cotmehê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiye çalakiyeke sabotajê hate kirin û 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Navenda YPG’ê ragihand ku 15’ê Cotmehê şervanên wan li gundê Xezayiyê ya navçeya Şera ya Efrînê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiye çalakiyeke sabotajê kirin. Di dema derbasbûna wesayîtê de wesayît bi temamî rûxiya û 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

YPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de hêzên wan li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî koma çete ya bi navê Ehrar el Şerqiye çalakiyek lidar xistine.

Navenda YPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir: “Di dîroka 15’ê Cotmehê, yekîneyek me li gundê Xezawiyê ya navçeya Şêrawa li dijî wesayîteke leşkerî ya koma çeteyên bi navê Ehrar el Şerqiye çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Navê çeteyên ku hatin kuştin wiha ne: Samir el Faris (Heleb), Ata Xalid el Qasim (Idlib), Welîd Adil el Cedu (Hums), Yehya el Helebî (Heleb).”