Li DYE'yê 5 eyalet li dijî yasaya koçberan in

Lli gel mezintirîn eyaleta DYE'yê Kalîforniyayê 4 eyalatên din jî li dijî wê yasaya Trûmp in ku mafê welatîbûn û rûniştinê ya bi milyonan koçber sînordar dike.

Piştî yasaya ku Duşemê ji hêla Serokê DYE'yê Donald Trûmp ve hatî weşandin, mafê rûniştin û welatîbûnê ya koçberên ku li welêt dijîn pir hatibû sînodarkirin. Bi vê çarçoweyê karta kesk a koçberên ku pê alîkariya sosyal, pakêta zad distandin nema tê dirêjkirin, her wiha mafê welatîbûnê jî tê sînordarkiin.

Ev yasyaya ku piranî koçberên ku ji welatên Emerîkaya Latîn hatine û bi destheqa kêm karê giran dikin, dike hedef, encama wê hişmendiyê ye ku koçberan ji bo civakê mîna ''barekî giran'' dibînin.

Li  Kalîforniyayê ku bi nifûsa xwe ya 40 milyonî  8 ji 1 nifûsa DYE'yê pêk tîne, rêveberiya Partiya Demokrat li dijî van planên Qesra Spî dertê. Wezîrê Dadê yê Kalîforniyayê Xavîer Becera li ser vê yasayê got, ''nayê qebûlkirin''.

Becerra got 10 milyon koçber li Kalîforniyayê dijîn, herî pi bandorê wê li wan bike û diyar kir wan li dijî vê yasayê serî li dadgehê dane. Her wiha eyaletên Oregon, Pennsylvanîa, Washîngton D.C û Maîne jî di vê dozê de alî ne.

Di serlêdana hevpar a pênce eyaletan de hate gotin yasaya ku ji hêla Qesra Spî ve hatiye hazirkirin binpêkirina destûra  Emerîkayê ye, rêgeza ''berevaniya wekhev a ji bo her kesî'' binpê dike.