Li Durenê ji bo Festîvala Mazlûm Dogan lîstikên fitbolê hatin lîstin

Li bajarê Duren ê Elmanyayê, ji bo 20’emîn Festîvala Mazlûm Dogan lîstika fitbolê yên amadekariyê hatin lîstin.

Tîmên ku yekemîntiya tûrnûvaya Şehîdên meha Gulanê bi dest xistine, li seheya Sportgemeînschaft GFC Duren 99 e.V. li pêşberî hev lîstin. Di encama lîstina tevahî tîman a rojê de Tîmên Ûmût Vegerspor û MLKP Ciwanên Azad ên bi ser ketin, wê 15’ê Tîrmehê di Festîvala Mazlûm Dogan de bên pêşeberî hev.

ji Fransa, Belçîka û Elmanyayê 6 tîm hatin ba hev, ji bo di lîstika fînalê de cih bigirin, lîstin. Di encama lîstika di navabera tîmên ji Elmanyayê Ûmût Veger Spor (Troîsdorf) û Rojava Spor (Hambûrg), ji Belçîkayê Inter Zagors, ji Fransayê jî Şehîd Vedat û tîma MLKP’ê Ciwanên Azad de tîmên Ûmût Veger Spor û Ciwanê Azad (MLKP) xwe gihandin fînalê.

Di tûrnûvayê de Rojava Spor kopaya xwe ya sêyemîn bi dest xist, tîma Şehîd Welat jî kopaya dilnizmiyê qezenç kir.

Festîvala Mazlûm Dogan wê di 15’ê Tîrmehê de li bajarê Blegny ê Belçîkayê bê lidarxistin. Festîval îsal di çarçovaya kampanyaya ‘Azad Bike’ de pêk tê.

Tûrnûvaya ku saet 12:00’an de destpê kir, piştî saet 17:00’an fînalîst hatin diyarkirin û şûnde, bi dawî bû. Aktivîte bi dirûşmeyan ve bi dawî bû.