Li Dresdenê coş û kelecana Rojên Fîlmên Kurd

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, di çarçoveya Rojên Fîlmên Kurd de ku wê di navbera 3-5'ê Adarê de bên lidarxistin, çalakiya destpêkê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ûta pêk hat.

Çalakî li navnîşana Holofamme - Konigsbruckerstr 39 hat lidarxistin û rola sînema Kurd, şoreşa Rojava, konfederalîzma demokratîk û Weqfa Jinê ya Azad hatin nirxandin. Aktîvîsta weqfa Jinê ya Rojava Meîke Nack weke qiseker beşdarî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de gelek Elman jî amade bûn. Nack li ser xebatên xwe yên bi rêya komun û meclîsên jinan ên li Rojava dimeşînin, agahî da. 

Nack diyar kir, weqfa jinê bi pirsgirêkên jinan re eleqedar e û xwe li ser vê bingehê birêxistin dike.