Li dijî xespkirina şaredariyan li her cihî çalakî

Li dijî xespkirina 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê ya ji aliyê rejîma Tirk ve nerazîbûn di asta herî jor de ne. Li Amedê gelek caran polîsan êrîşî girseyê kirin.

AMED

Li Amedê bertekên li dijî dagirkeriya qeyûm a li şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli didomin. Welatiyên ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya li Kolana Xarpêtê li hev kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polisan bi ço û ava şid mudaxaleyî welatiyan kirin. Di vê navberê de Endamê Baroya Amedê Parêzer Serhan Ozdemîr mudaxaleya polîsan bi çepikan şermezar kir. Dema ku polîsan hewl da Ozdemîr destgîrkirin, serokê berê yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bertek nîşanî polisan da.

Di çalakiyên ku li tevahiya rojê li Kolana Lîseyê berdewam kirin de, ji ber mudaxaleya polîsan hin welatî birîndar bûn. Welatiyên ku polîsan mudaxaleyî wan kir, timik dûrişmeyên mîna "Em natirsin, serî danaynin" , "Amed ranezê li vîna xwe xwedî derkeve" , "Em bi têkoşînê bi ser kevin" berz kirin. Welatiyên ku li Kolana Lîseyî bi israr çalakiya xwe domandin, cara 3'emîn rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku 4 TOMA'yan bi hev re avê reşandin, hin çalakger ketin erdê û birîndar bûn."

Her wiha ji ber mudaxaleya polîsan camên gelek dikanan şikiyan. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Mûsa Farisogûllari û Salîha Aydenîz jî li Kolana Lîseyê rastî mudaxaleya polisan hatin. Li ser vê yekê hin welatiyan pêşiya TOMA'yan girtin û nehiştin ku bi pêş ve biçin. Her wiha hinek welatiyan jî xwe li erdê dirêj kir û derbasbûna TOMA'yan asteng kir.

Çalakgerên ku cara 4'an rastî mudaxaleya polisên hatin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema mudaxaleyê de polisan bi kulm û pihînan li hin welatiyan da. Welatiyên ku ji Kolana Lîseyê veqetiyan, çûn ber avahîya HDP'ê ya bajar.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bendewariya Hevsrokê Fîgen Altindag û endamên meclîsa partiyê yên li pêşiya avahiyê didomin. Gel ji bo nerazîbûn nîşanî xespkirina vîna gel bide li pêşiya avahiya şaredariyê hatin ba hev. Li ser astengkirina polîsan li ber derê avahiyê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ev dijminahî ye, ev vekirî darbeyeke siyasî ye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev bi vekirî dijminahiya li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd e. Her wiha hate gotin ku bêdeng nebin.

Li vir Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan got: “Me her demê banga aştî û demokrasiyê kiriye. Hinek li pey provakasyonanin.

Parlemetterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî got: “Carekî din jî derket holê ku hiqûqê binpê dikin.”

WAN

Li Wanê jî li dijî xespkirina şaredariyan li pêşiya avahiya HDP’ê ya rêxistinê daxuyaniyek da. Bi sedan kes tevlî çalakiya protestoyê bûn. Hevserokê HDP’ê ya Wanê Umît Dede axivî û got: “Ev dijminahî û helwestekî ya li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd e.”

 RIHA

Li Rihayê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman hate dayîn. Hevseroka bajar Adîle Oncel a li vir axivî diyar kir ku bi wezîferdarkirina qeyûman darbeyeke nû û vekirî ya li dijî siyaseteê ye. Oncel got: “Ev netenê pirsgirêka HDP’ê û gelê Kurd e, ev pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Bêdeng nemînin, bêdengmayîn erêkirine.”

STENBOL

Yek ji navnîşanên din ên qeyûm lê hate protestokirin Stenbol bû. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda HDP’ê ya li Stenbol hate kirin de Parlementerên HDP’ê Hasan Ozguneş, Erol Katircioglû, Mûsa Pîroglû, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sadet Şengolû axivîn.

Ewilê Hevseroka bajar Cengîz Çîçek axivî û got: “Ev rewş berê carekî din pêk hatibû. Ev erdnîgarî erdnîgariya qeyûman e. Dixwazin Kurdan bi tenê bihêlin. Em bang li hemû  hêzên demokrasiyê dikin, bi vê hişmendiya yekparêz dixwazin me bi tenê bihêlin. Ev encama çanda faşîzmê ye.

Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî got: “Ev darbe ye. Em vê rastiyê baş dizanin. Tirkiye welateke yê darbeyê ye. Tirkiye welatekî yê qeyûman e. Tirkiye welatekî yê Rewşa Awarte ye. Ev vê darbeyê qet qebûl nakin.

Hevberdevka HDK Sadet Sengolû jî got: “Me bersiva pêwîst di hilbijartinê de dan van. Me ji bo wan gotibû; ‘Em ê we têk bibin’. Niha vê napejirînin. Ev ne rewa ye. Ti meşrûtyeta wan nîne.

ÎZMÎR

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û tayînkirina qeyûman şermezar kir.