Li dijî veguhaztina berhemê Heskîfên kampanyaya îmzeyan

Li dijî bin avkirina Heskîfê ku yek ji jîgeha girîng a dîrokî ya Kurdistanê û bi tinekirina berhemên dîrokî veguhaztina berhemên dîrokî li kampanyayeke navnetewî hate destpêkirin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) 23’yê Îlonê Roja Çalakiyê ya Dinyayê ya Heskîfê ya 2. kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin û bi vê xwestibû ku şîrketa Er-Bu Înşeat û şîrketa Holandî Bresser Eurasîa ku ji rakirina berhemên dîrokî berpirsî dana ser milê xwe xwe vekişînin.

Ji bo kampanyayê ku di ser maîl an jî adrêsa malperê mirov dikare îmze bike, di daxuyaniyê de ziyana li mîrateya dîrokî û çandî hatiye destpêkirin û wiha bang li şîrketan dike: ‘’Em ji we dixwazin ku demildest hûn ji projeya veguhaztina berhemên dîrokî yên bajarê antîk a Heskîfê vekişin, ku herêma Başûrêrojhilat ê Tirkiyê, li şûnwarê Kurdan dimîne. Tê xwestin ku Heskîf û Geliyê Dîclê beşekî girîng lê bi temamkirina Bendava Ilisuyê û Santrala Hîdroelektrîk di bin avê de were hiştin. Ev proje li cografyayek mezin ku bi dehan sal e li rast e siyaseta koçê û hejariyê hatiye, rê li ber bandorên sosyo-kulturî û ekolojîk veke.’’

 ‘WÊ BANDORÊ LI DEH HEZARAN MIROVÊN HERÊMÊ BIKE’

Di metna kampanyaya îmzeyan de hate gotin, ‘’ji 80 hezarî zêdetir mirovê ku wê ji projeyê karîger bibe û hema hema tevahiya mirovên herêmê, Projeya Bendevê red dikin ku ti sûdê wê jê wernegirin. Her wiha proje di mijara vexwarina avê de û di mijara çandiniyê de wê bibe asteng ku gelên Iraqê bikaribin xwe bigihînin avê û wê gefê li qamirgeha Mezopotamyayê bîne ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye.’’

JI BO DESTEKA LI KAMPANYAYÊ TIŞTÊN KU DIVÊ WERIN KIRIN

Kampanyaya îmzeyan ya ji bo ku şîrketa Hollandî Breser û a Tirk Er-Bu ji projeya veguhaztina berhemên dîrokî yên ji Heskîfê vekişe heta 15’ê Mijdarê wê bidome.

Ji bo ku mirov tevlî kampanyayê bibe rasterast ji malpera http://www.hasankeyfgirisimi.net/?p=576&lang=tr  mirov dikare îmzeyan bavêje. Her wiha mirov dikare bi e-maîl û adrêsa postayê ya MEH’ê dikare formên serlêdanê dagire û bişîne.

Adrês wiha ne: [email protected]

ISKU, Spaldingstr.

130-136, D-20097 Hamburg, Elmanya