Li dijî mîdyefiroşên Kurd terora zabitayan

Mîdyefiroşên Kurd ên li Stenbolê, di nava şert û mercên giran de hewl didin debara xwe bikin. Lê belê zabitayên Tirk bi rengekî nîjadperestî terorê li wan dikin.

Mîdyefiroşên Kurd destnîşan kirin, ku ew di nava zexteke giran a polîs û zabitayan de ne û gotin, "Dema ku YPG bi pêş ve diçe, em dizanin ku wê piştî rojekê zabita bi ser me ve bigirin."

Di salên 90'î de, ji ber konsepta şerê qirêj ê dewleta Tirk gelek gund hatin şewitandin û bi mîlyonan Kurd ji neçarî koçî metropolên Tirkan hatin kirin. Yek ji karên ku van koçberên Kurd debara xwe pê dikin, mîdyefiroşî ye. Mîdyefiroş, ku piraniya wan Kurdên ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ne, di nava şert û mercên giran de dixebitin û keda wan tê xwarin. Ev zor û zehmetî jî ne bes e, vê carê ji ber Kurdîtiya xwe dibin armanca êrîşan. Polîs û zabitayên Tirk dest datînin ser dezgehên mîdyefiroşan û gelek caran li wan didin. Polîs û zabita davêjin ser depoyên wan ên ku mîdyeyan lê amade dikin, tup, beroş û makîneyên mîdye lê tên şuştin, her wiha eşyayên din dişikînin û dest datînin ser wan. Tevî van hemûyan jî mîdyefiroşên Kurd dibêjin, ew ê vî karê ku debara xwe pê dikin bidomînin.

Ji mîdyefiroşên Kurd ên li Tarlabaşi ya Stenbolê dijîn Haşim Abak, Fehîme Îlhan û Îdrîs Abîk, ji ANF'ê re qala zor û zehmetiyên mîdyefiroşiyê û zordariya polîs û zabitayan kirin.

TERORA ZABITAYAN

Îdrîs Abîk ku berî 25 salan ji ber zexta dewletê ji gundê xwe yê li Mêrdînê derket û hat Stenbolê, bavê 2 zarokan e. Abîk, ji bo zarokên xwe bide xwendin û debara malbata xwe bike, di nava şert û mercên zehmet de mîdyeyan dadigire. Piştî dagirtina mîdyeyan datîne ser sifreyan û dibe cihên cuda yên Stenbolê ji bo bifiroşe. Zor û zehmetiya herî giran ji vir û pê ve dest pê dike. Abîk dibêje, "Bi rastî jî zabita terorê li me dike" û wiha dewam dike: "Dest datînin ser dezgehên me. Dema em li ber wan radibin, li me dixin. Qîma xwe bi vê jî nînin, radibin davêjin ser depoyên em mîdyeyan lê amade dikin, eşyayên me dişikînin û bi her awayî şîdetê li me dikin."

'BI KUŞTINA LEŞKERAN RE HÛN NIKARIN LI VIR MÎDYE BIFIROŞIN'

Terora zabitayan a li dijî wan, ne tenê ji aliyê aborî yan jî sîstema bajêr ve ye. Abîk destnîşan dike, ku sedema vê terorê siyasî û mejiyê nîjadperestî ye û dibêje, "Ji ber ku em Kurd in, zext li vê derê li me tê kirin." Abîk da zanîn, zext û zordariya zabitayan a li dijî wan bi taybetî ji sala 2015'an û pê ve dijwar bûye. Abîk ragihand, piştî ku hikumeta AKP'ê li Kurdistanê şer ji nû ve xist dewrê, terora zabitayan a li dijî wan jî ji nû ve ketiye rojevê û wiha dewam dike: "Dema ku dewlet di şer de windahiyan dide, zabita jî yekser li vir êrîşî me dikin. Ji me re dibejin, 'Hûn leşker-polîsan dikujin, piştre li vir dezgehê vedikin. Em ê destûrê nedin'."

DEMA KU YPG BI PÊŞ VE DIÇE, LI VIR BI SER ME VE DIGIRIN

Abîk bi vê mînakê bal kişand ser armanca siyasî û nîjadperestî ya êrîş û zextên zabitayan: "Em rewşa li Rojava dişopînin. Dema YPG bi pêş ve diçe û gundekî rizgar dike, em fêhm dikin ku wê piştî rojekê zabita êrîşî me bike. Li gorî vê yekê em jî tedbîrên xwe digirin. Yanî nêzîkatiya zabitayan a li dijî me di vê astê de bi nîjadperestî ye."

Abîk diyar kir, ji bo ew karibin debara xwe bikin neçar in bixebitin û got, tevî hemû zext û zordariyan jî ew ê mîdyeyan bifiroşin.

BI RÊYA VÎ KARÎ EZ ZAROKÊN XWE XWEDÎ DIKIM

Fehîme Îlhan, ji ber ku hevserê wê yê bi nexweşiya dil nikare bixebite, dest bi dagirtina mîdyeyan kiriye. Îlhan berî 5 salan ji Mêrdînê hatiye û bi rêya karê mîdye zarokên xwe xwedî dike. Îlhan diyar dike, ku sibê zû di nava germeke dijwar de ew li depoyên mîdyeyê dest bi kar dike û qala zor û zehmetiya mercan dike. Îlhan anî ziman, keçên wê di nava şert û mercên ne însanî de li atolyeyên tekstîlê dixebitin û got, "Ji bilî dagirtina mîdyeyan û karkirina li tekstîlê cihehkî din nîne ku em lê bixebitin û debara xwe bikin."

YA HERÎ ZEHMET, TERORA ZABITAYAN E

Bavê du zarokan Haşim Abak anî ziman, ku di nava serma û germê de ew diçin cihê herî qelebalix ê bajêr û hewl didin mîdyeyan bifiroşin. Abak got, "Karê em dikin ji xwe gelekî zehmet e. Lê belê ya herî zehmet, terora zabitayan e. Ti alternatîfê nadin me û tenê dibêjin 'qedexe' ye û bi vî rengî pêşî li karê me digirin. Em ji ber zext û zordariya wan ji cih û warên xwe derketin. Li vê derê jî derfeta jiyanê ji me re nahêlin."