Li Dalaho Mala Tembûrê hate vekirin

Li Dalaho bi tevlêbûna gelek muzîsyenên Rojhilat û Îranî Mala Tembûrê hate vekirin.

Li bajarê Dalaho yê eyaleta Eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi tevlêbûna gelek muzîsyenên Rojhilat û Îranî  Mala Tembûrê hate vekirin. Li Mala Tembûrê ku ji hêla Alî Ekber Mûradî ve li gundê Banzelan a Dalaho hatî vekirin du rojan li tembûrê xistin.

Li Mala Tembûrê Alî Ekber Mûradî, Şerham Nazerî, Keyhan Kelhor, Huseyîn Elîzadeh û gelek hunermend, di serî de Kirmanşanî û Dalahoyî ji hezarî zêdetir welatî hazir bûn. Di festîvala muzîkê de ku du rojan dom kir, 70 hunermendî, 13 komên muzîkê strandin.

Li Mala Tembûrê li gel muzîkê, atolyeyên hunera xetkişandinê, şêwekarî, neqişkirinê jî hebûn. Her wiha li Mala Tembûrê ku mîmariya wê pir xweşik bû, bi dekorasyona xwe ya hundir jî xwedî atmosfereke sêhrî bû.

Li Kirmanşanê ji bo Kurdên Yaresan tembûr pîroz e. Pêweniyeke wan a zêde ji bo tembûrê heye. Tembûr ku li nav Yaresanan xwedî rabirduyeke domdirêj e, hem di kêfxweşiyê de û hem jî di merasîma cenazeyan de tê xebitandin.