Li Colemêrgê xizmeta tenduristiyê tine

Doktorên ku tayîna wan ji bo Colemêrgê derketî, bi giştî li Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê erkdar in. Li vir jî hemwelatî nayên dermankirin.

Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber ku personelên tenduristî û doktor tine ye, hemwelatî ji bo tedaviyê diçin Wanê yan jî bajarên din.

Li navenda Colemêrg û navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê ji ber ku doktor, personelên tenduristiyê û ekîpman nîn in bi hezaran mirov ji bo tedaviyê mecbûr dimînin diçin Wanê û bajarên din. Nexweşxaneyên ku ji bo şekil hatine çêkirin nava wê vale ne; tayîna personelên tenduristiyê bi zanebûn nayê kirin. Li herêma Colemêrgê ku xwedî 250 hezar nifûs e, li gelek beşan de doktorên pîspor tine ne.

JI BO HEZARAN NEXWEŞAN TENÊ DOKTOREK

Li Colemêrg û navçeyên din nexweşên giran ji ber ku li nexweşxaneyên bajêr nayên tedawî kirin yekser derbasî Wanê û bajarên din dikin. Nexweşxaneyên li Colemêrgê tenê temaşeyî nexweşên sivik dike. Bi taybet nebûna doktorê pispor ê zayîna jinan dibe sedema pirsgirêkên mezin. Li navçeyên Colemêrgê ti doktorekî pispor ê zayîna  jinan tine ye, jiyana nexweşan dike metirsiyê. Nexweşên ku dikevin rêzê  de jî ji ber hêwirzeyeke zêde bêyî ku were mûayînekirin paş ve dizivirin.

LI SER RÊYA WANÊ DIMIRIN

Nexweşên giran ji ber ku li nexweşxaneyên Colemêrg û navçeyên wê nayên tedawî kirin, bi pêdiviyên mirovên wan re mecbûr wan dibin Wanê yan jî bajarên din. Gelek nexweşên giran heta ku bigihe Wanê di rê de jiyana xwe ji dest didin. Bi taybet li navçeya Çelê û navçeyên din ev rewş xeternaktir e. Li nexweşxaneyên ku hatine çêkirin  ne Doktor û ne jî personelên tenduristiyê hene.

XIZMETA TENDURISTIYÊ JI BO HÊZÊN DEWLETÊ NE

Hemwelatî ji bo tedawiyê mecbûr dimînin ku biçin Wanê yan jî bajarên din lê doktorên ku tayina wan ji bo Colemêrgê derketîn bi taybet li Nexweşxaneya Leşkerî ya Dewletê erkdar in. Li hemû beşên Nexweşxaneya Leşkerî ya Dewletê Doktor hene. Ev Doktorên ha tenê xizmetê ji bo polîs û leşkeran dikin. Hemwelatî jî li vir nayên tedawî kirin. Tedawiyên di nexweşxaneyên dewletê de tenê weke şeklî dimîne. Gelek nexweşên giran tenê hebên serêşê tê dayîn û rêdikin malê. Hemwelatiyên ku pêdiviyên wan nîne, mecbûr li benda mirinê dimînin.