Li Cizîrê aktîvîteyên bi bisikletê

Komeleya Xweza û Bisikletê ku li Cizîrê ava bûye, ji bo hesasiyeta xwezayê bi mirovan re biafirîne û bi bikaranîna bisikletê re mirovan tevlî xwezayê bike aktîvîteyan pêk tîne. Mirovên di gelek beşên civakê de li nava van aktîvîteyan li hev dicivin.

Komeleya Xweza û Bisikletê ya Cizîrê 20'ê Nîsana 2017'an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ava bû. Ji wê rojê ve bi aktîvîteyên cihêreng karê xwe didomîne. Armanca komeleyê ew e ku mirovan û xwezayê hîn bêhtir bigihîne hev û ciwanan ji qehweyan rizgar bike, xweza û bisikletê bi wan bide hezkirin. Her wiha dixwaze jinên li herêmê jî tevlî aktîvîteyên xwe bike.

Endamên komeleyê diyar dikin ku ji bo dîtina deverên dîrokî û turîstîk ên Cizîrê û herêmê, her wiha ji bo jiyaneke bi tenduristiyeke baş ji bilî bisikletê alternatîfeke baştir nîne û bang li her kesî dikin ku tevlî wan bibin.

Ji endamên damezrîner ên komeleyê Yûnûs Das diyar kir, ew dixwazin li bajêr çandeke bisikletê ava bikin û got, "Bisiklet mixabin ji bo gelek ji me tenê weke kêfxweşiyeke zarokatiyê ma. Emrê mirovan, kar û rola mirovan a li nava civakê bûn sedem ku em dest ji bisikletê berdin. Lê em dixwazin bisikletê ji nû ve bi rengekî herî aktîf bi kar bînin."

Her wiha diyar kir ku li deverên ew lê digerin hewl didin di nava mirovan de rê li ber hesasiyeta paqijî û xwezayê vekin û got, "Mixabin ji aliyê şênkaniyê ve Cizîr li paş maye. Em çiqasî hewl didin hesasiyetê biafirînin jî hîn ewqasî nebaş e. Em plan dikin ku şitlan biharê bi derfetên xwe biçînin. Her wiha aktîvîteya me ya komkirina çopê jî heye. Em hewl didin zerara ku me daye xwezayê ji nû ve sererast bikin."

Endama komeleyê Ayşe Bakirci anî ziman ku piştî ew bû endama komeleyê dest bi ajotina bisikletê kir. Bakirci diyar kir, di dema zarokatiyê de dikarîbû bisikletê biajo lê dema mezin bû malbata wê jê re got 'Tu êdî mezin bûye, ajotina bisikletê şerm e' û nehiştiye ew biajo. Bakirci diyar kir, bisiklet di nava civakê de veguheriye tabûyekê û destnîşan kir, piştî ku bû encam ji nû ve dest bi ajotina bisikletê kir.

Bakirci anî ziman, ew gelekî kêfxweş e ku bisikletê diajo û got, "Bisiklet ne şerm e, tiştekî gelekî xweş e."

Endama komeleyê Asya Altintaş jî got, "Jin û xweza yek in, lewma em çima bisikletê bi kar nînin ku dostê xwezayê ye?"