Li cîhanê birçîbûn zêde dibe

Li Cîhanê her ji 9 kesan 1 jê birçî ye, NY’yê got yek ji sedema herî girîng a zêdebûna birçîbûnê ya van sê salêd awî guherîna kîşwerê ye.

FAO, FÎDA, UNÎCEF, PAM Û WHO ku di bin  banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de dixebitin bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku li cîhanê hijmara kesên birçî zêde dibin.

Li gorî raporê, ku bi sernavê, ‘’Eewlehiya Zad û Têrbûnê ya Cîhanê’ hate belavkrin, 2017’an di nifûsa cîhanê de ya ku 7,5 milyar bû, 821 milyon kes birçî bûn. 2016’an ev 804 milyon bû û hijmara kesên ku ji hêla kronik ve nikarin xwe têr bikin van 3 salên dawî zêde bûye.

VAN SÊ SALÊN DAWÎ ZÊDE DIBE

Di raporê de hate gotin li cîhanê her ji 9 kesan 1 jê ji hêla koronîk ve kêm zad dixwe û got 2007’an ev zêdetir bûye. Li gorî raporê hijmara van kesan hatiye asta sala 2007’an. Li gorî raporê ev hijmar di navbeyna 2007 û 2015’an de kêm bûye lê van 3 salên dawî zêde bûye û ev jî fikaran çêdike.

Di raporê de her wiha hate gotin 151 milyon zarok ji ber sedema ku têr xwarinê nikarin bixwin, li xwe zêde nakin û rêjeya vê ya li giştî ji 25’an kêmî 22 ji 100’î bûye.

GUHERÎNÊN KIŞWERÊ YEK JI SEDEMA HERÎ SEREKE YA KIRÎZA ZAD E

Di raporê de hate gotin arîşeya zad bi taybetî li Amerîkaya Başûr û Efrîkayê giran bûye û hate gotin li welatên Asyayê jî van salên dawî rêjeya kesên ku têr dixwin kêm bûye.

Di raporê de hate gotin ji ber sedema germbûna global guherînên kişwerê ziyan dane qadên çandiniyê û vê jî bandor li zêdebûna birçîbûnê kiriye. Di raporê de hate guherînên kişwer bi rengekî hişk guheriye û her wiha li gelek herêman guherînên kişwerê rê li ber vê rewşê vekiriye.