Li Binarê Qendîlê kontrola tenduristiyê

Dr. Medya, ku temamiya jiyana xwe daye karê tenduristiyê û demeke dirêj e di vî warî de ji bo gelê Qendîlê dixebite, bi derfetên xwe yên kêm li gund û zozanên Qendîlê digere û kontrola tenduristiyê dike.

Bi havînê re nexweşî zêde dibin. Dr. Medya, ji bo gel li hemberî van nexweşiyan biparêze, li gund û zozanên Qendîlê bi derfetên xwe yên kêm kontrola tenduristiyê dike. Di vê derbarê de em bi Dr. Medya û şêniyên Binarê Qendîlê yên ji bo kontrola tenduristiyê li hev civiya bûn, axivîn.

Dr. Medya di destpêkê de spasiya Komîteya Tenduristiyê ya Binarê Qendîlê kir, ji ber ku bû alîkar ji wan re. Dr. Medya anî ziman, ku ew bi alîkariya ji gel digirin, xizmetê didin gel û diyar kir, tevî vê yekê komîteya tenduristiyê ya KCK'ê ji bo vê xizmetê fonekî dide wan. Dr. Medya destnîşan kir, ku bi saya fonê Komîteya tenduristiyê ya KCK'ê dide wan ew dermên dikirin û bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariyê bide wan. Dr. Medya got, "Pêwîste hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo welatiyan hê bi hesas be. Gelê Binarê Qendîlê gelê vî welatî ye, ne xerîb e. Di vê mijarê de lazim e hikumet bi erk û wezîfeya xwe rabe."

Dr. Medya anî ziman, li Binarê Qendîlê nexweşxaneyeke wan heye, lê belê ji bo x we bigihînin her kesî wan dest bi kontrola tenduristiyê li zozan û gundan kirine. Medya wiha dewam kir: "Piraniya welatiyên li Binarê Qendîlê ava Çem vedixwin. Di havînê de ji ber vê yekê nexweşiyên mîna tîfo li zarokan der dibin. Ji bo em li hemberî van nexweşiyan têbikoşin, divê em li gundiyan kontrola tenduristiyê bikin."

Ji şêniyên Binarê Qendîlê welatiyê bi navê Ahmed diyar kir, ku ji bo xizmeta tenduristiyê ew hatiye û bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir: "Divê hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo bingeha xizmetên tenduristiyê alîkariyê bide. Ji bo mirovên ku dûpişk, mar pê vedane, ya jî ji bo mirovên rewşa wan giran e biçin nexweşxaneyê, nexweşxane gelekî dûr e. Lê belê Dr. Medya bi derfetên xwe yên gelekî kêm hewl dide xizmeta tenduristiyê bide."

Mehmed Emîn jî diyar kir, Dr. Medya ji bo gelê Binarê Qendîlê gelekî dixebite û spasiya wê kir. Emîn bang li tevahiya gelê Binarê Qendîlê kir û got, "Pêwîste tevahiya gelê Binarê Qendîlê bibe yek û ji bo avakirina bingeha xizmetên tenduristiyê zextê li hikumeta Herêma Kurdistanê bike. Ji ber ku nifûsa Binarê Qendîlê gelekî mezin e û ji bo xizmeta tenduristiyê lazim e hikumeta herêmê bikeve nava hewldanan."

Welatiya bi navê Zeyneb jî ji kontrola tenduristiyê kêfxweş e û dibêje, "Bi vê kontrola tenduristiyê re xizmeteke mezin ji herêma me re tê kirin."