Li Bernê konferansa 'Elewî bi heqîqetê li hev dicivin'

Elewî li Bernê di konferansekê de li hev civiyan û li ser girîngiya rêxistinbûnê û yekîtiya bindestan axivîn.

Konferans ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve li paytexta Swîsre Bernê bi sernavê "Elewî bi heqîqetê li hev dicivin" hate lidarxistin.

Hevserokên FEDA'yê, mêvan û pîrên Elewiyan ên ji Elmanya, Fransa û Swîsreyê beşdarî konferansê bûn. Konferansa li dergaha Elewiyan pêk hat bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo mirovên di rêya maf û rastiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.

BAL KIŞANDIN SER GIRÎNGIYA RÊXISTINBÛN Û YEKÎTIYÊ

Hevberdevkê HDK-Ewropa, Hevberdevkê HDK-Swîsre û nûnerê NCDK-Bernê pêkhateyên konfeansê silav kirin. Qisekeran her wiha bi wesîleya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê qurbaniyên komkujiyên meha Kanûnê; Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya li Girtîgehê bi bîr anîn. Her wiha bal hate kişandin ser polîtîkaya înkar, tinekirin û qirkirinê ya dewlet li dijî Elewiyan, Kurd û hemû bindestan dimeşîne û hat destnîşankirin ku divê hemû bindest bi hev re tevbigerin.

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li konferansê axivî.

Di konferansê de rê û rêbazên rêxistinbûna Elewiyan li Swîsreyê, têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û girîngiya cihê jinan di nava Elewîtiyê de hatin nirxandin.