Li Baxçeyên Hewselê dema cenaniyê ye

Baxçeyên Hewselê yên ku di navbera Sûrên dîrokî û Çemê Dîcleyê de ye, Amed di serî de pêdiviya sebzeyên bajarên wekî Riha, Êlih, Bedlîs, Şirnex, Sêrt, Mûş û Wanê bi cih tîne.

Malbatên ku li Baxçeyên Hewselê yên Amedê bi cenaniyê debara xwe dikin, bi hatina biharê re zend û bendên xwe badan. Malbatan beriya her tiştî erd ji gihayan paqijkirin û şitlêyên sebzeyan danîn. Li baxçeyan gelek şitlên sebzeyan tên danîn û hin malbatan ji ber rewşa aborî ya herêmê îsal tiştek li ser erdê xwe danenîn. Kesên ku sebze danîne jî, ji ber rewşa aborî gazin kirin.

‘EZ SEBZEYÊN XWE BI XWE DATÎNIM’

Haci Mehmet Sûlar (62) mala wî li Taxa Alîpaşa ya Sûrê bû û ji ber ku dewletê mala wî hilweşand ji neçarî ji taxa derket. Sûlar diyar dike ku hemû zaroktiya wî li Hewselê derbas bûye û got, “100 sal in em li vê derê ne, ev erd û baxçe ji kalikên me, ji me re mane. Ez hê zarok bûm, bavê min ez dianîm vê derê û hê jî ez debara xwe bi van erd û baxçeyan dikim. Ez sebzeyên xwe bi xwe datînim. Îsal ji ber ku ez tenê me, ew ê zehmte be. Dema ku ez têm vê derê, bêhna min tê ber min. Ez ji xebata li ser baxçe hez dikim. Roja ku ez neyêm vir, aciz dibim. Ez bi Hewselê re têm ser xwe.”

‘EM NIKARIN HEQÊ KEDA XWE BISTÎNIN’

Sûlar diyar dike ku ew piraniya wexta xwe li Hewselê derbas dike û dibêje, “Ez ji sibehê saet 06.30’an heta êvarî saet 18.00’an li baxçe dixebitim. Min îsal pîvaz, firingî, marûl, behcan,roka, bexdenûs û sîr çand. Sebzeyên herî baş li Hewselê çêdibin. Lê îsal ji ber krîza ekonomîk, em nikarin tiştekî bifiroşin. Ligel ku em kedeke mezin didin, li bazaran em nikarin heqê keda xwe bistînin û em sebzeyên xwe bi erzanî difiroşin.”

‘WÊ ÎSAL MÊWE Û SEBZE BIHA BIN’

Alî Korban ê ku nêzî 20 salan e debara wî li ser baxçeyê wî yê li Hewselê ye jî got ku, “Tekane debara min Baxçeyên Hewselê ye. Ji biharê heta payîzê em li baxçe dixebitin. Bi salan re debar jî zehmet dibe. Ew ê îsal dijwartir be, ji ber ku li Tirkiyeyê krîzeke ekonomîk heye. Ew ê îsal mêwe û sebze biha bin.”

’45 SAL IN EZ LI HEWSELÊ SEBZEYAN DIÇÎNIM’

Hasan Akin (64) jî diyar dike ku 45 sal in li Baxçeyên Hewselê sebzeyan diçîne û hatina wî wekî berê ye. Akin diyar dike ku îsal ji ber rewşa aborî ya welat kes naxwaza karekî bike û gelek caran pereyê wan tan tune ye ku ji xwe re tiştekî xwarinê bikirin. Akin bal dikişîne ser vî tiştî ku, ev rewş wî dixe nava fikaran.