Li Başûrê Sûdanê nexweşî jî mîna şer kujer in

Li Başûrê Sûdanê van 6 salên dawî nêzî 400 hezar kes mir. Nîvê van bi tundiyê hatibin kuştin jî, nîvê dî ji ber ku derfetên tedawiyên nebûn, mirin.

Dema ku behsa Başûrê Sûdanê tê kirin piranî dîmenên şer, tecawiz, koçberkirin têne bîra mirov. 2013'an şerekî navxwe dest pê kir.

Welatî dibêjin talokeya herî mezin doktor pir kêm in û nikarin xwe bigihînin wan.

Li gorî lêkolîneke London School of Hygiene and Tropical Medicine (LSHTM) ku 2018'an weşiyayî van 6 salên dawî nêzî 400 hezar kes mirin. Nîvê van ji ber şer mirin û yên din jî ji ber ziyanên şer, ji ber ku derfetên tedawiyê nebûn, mirin. Ev ziyanên bi asta duyan bi şertên ku şer rê li ber vekiriye, tê nirxandin.

Komîteya Xaçasor ku li Nyachoatê ya li kilîneke biçûk dixebite diyar kir 70 ji 100'î yê mirinan ji ber nexweşiyên mîna zikêşiyê, enfeksyona singê û tagirtinê ye. Ji hêla teorîk ve ev mirinên ji ber van nexweşiyan mîna 'mirinên ku mirov dikare pêşî lê bigire'' têne dîtin.