Li Barzan û Şirnex çalakî, li Amedê jî şer dijwar e

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li herêma Barzan a Başûrê Kurdistan û navçeya Qilaban a Şirnexê de bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de encamên şerê ku piştî operasyona Lîcê û şûnde jî hate parvekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên 22-23’ê Îlonê yên herêma Barzan a Başûrê Kurdistan û navçeya Qilaban a Şirnexê de bi kêmanî 10 leşker hatine kuştin.

HPG’ê destnîşan kir ku li navçeya Lîcê ya Amedê di navbera leşkerên artêşa Tirk ên derketibûn operasyonê û gerîlayan de şer qewimiye û gelek leşker haitne kuştin. Dîsa hate diyarkirin ku ji bo 2 gerîlayên HPG’ê dîl neyên girtin bombeyên li ser xwe teqandine û şehîd bûne.

HPG’ê têkildarî mijarê ev agahî parve kir:

LI BARZANÊ ÇALAKÎ: 10 LEŞKER MIRIN

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 23’ê Îlonê saet 06:30’î li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê girêdayî Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di çalakiya ji 3 baskan ve li çeper û kozikên leşkeran hatin dayîn de, gelek çeper hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin.  Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a piştî çalakiyê ya bi obûs û hewanan ya ketober şewat bi bax û baxçeyên welatiyên herêmê ketine.

LI QILABANÊ 4 LEŞKER MIRIN

22’yê Îlonê hêzê nem li dijî leşkerên li Girê Elemûn ê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di çalakiya bi bandor li çeper û kozikên leşkeran hate xistin de, kozikek, konek û nonteynirek bi tamamî hatiye rûxandin, bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatine kuştin.

LI AMEDÊ OPERASYON Û ŞER

22’ê Îlonê saet 19:00’an artêşa Tirk, bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li derdorî gudnê Zengasor ê girêdayî naçveya Lîce ya Amedê dest bi operasyonekê kiriye. 23’ê Îlonê saet derdorî 00:10’î balafirên şer  û helîkopteran qada operasyonê bi dijwarî bombe kiriye. Piştî bomberdûmanê  balafirên skorsky leşker li herêmê danîne, şer di navbera hêzên me û wan de derketiye. Di vî şerê ku gelek leşker hatin kuştin û birîndarbûn de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.  2 hevrêyên me yên heta guleya xwe ya dawî li dij dijmin şer kirin, ji bo dîl neyên girtin bombeyên xwe li ser xwe teqandine û şehîd bûne. Wê piştre nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi raya giştî re bê parvekirin. Ev operasyona dagirkeriyê heman rojê saet 03:00’an ji qadê vekişiyane.”