Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 10 Desteyên Xweser ava bibin

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku di demeke kin de 10 Desteyên Xweser û 7 buroyan ragihîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 6'ê Îlonê li Eyn Îsayê ji aliyê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ve hatibû ragihandin. Sîham Qeyro û Ferîd Etî bûn Hevserokên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser û dîwana meclîsê ya ji 5 kesan hatibû hilbijartin.

Ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û Abdulhamîd El-Mihbaş hatibûn hiblijartin. Desteya Rêveber he wiha hatibû wezîfedarkirin ku di nava 21 rojan de 10 desteyan ragihîne.

Tê payin ku her deh deste rojên bê werin ragihandin. Bi van desteyan re wê têkiliya navbera sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser re bê hêsankirin.

Komîteya Amadekar a ji 70 endamî ya li bajarên cuda yên herêmê, karê ji bo avakirina desteyên Rêveberiya Xweser tên kirin dişopîne.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, 10 deste û 7 buroyên di demeke kin de werin ragihandin wê di karên rêveberî, çandinî, perwerde û tenduristiyê de xizmetê ji gel re bikin.

Deste wê li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koordînasyona navbera gel û Rêveberiya Xweser bikin. Wê baca navbera bajaran, guhertinên buhayê sotemeniyê û destûra ragihandinê ji holê rakin.